Em dixwazin Kurdistan bibe binkeyeke girîng a bazirganiyê

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma vekirina 13mîn Pêşangeha Bazirganiya Navdewletî li Hewlêrê de ku ew pêşangeh bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê birêve diçe, gotarek pêşkêş kir û got, “Kêfxweş im ku îro em amade ne bo pêşangeheke hemû cureyên bazirganiya navdewletî vekin, bi beşdariya 300 kompanî ji 24 welatên cuda ku ji Amerîka, Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyayê hatine.”
Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya pêşxistina aboriya Kurdistanê kir di bernameya hikûmetê de û ragihand, “Hêvîdar im ev pêşangehe bibe destpêkeke baştir li hev nêzîkkirina bazirganan, weberhêneran û xwedî karan li Kurdistan û derveyê Kurdistanê, bo ku em pişt tenê bi çavkaniyeke dahatê girênedin. Bernameya me wisa ye ku girîngiyeke temam bi sektora aborî bidin di hemû waran de.”
Serokêwezîrê Kurdistanê li ser beşdariya hejmareke zêde ya kompaniyan di wê pêşangehê de, kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Em jî ya ku di şiyana me de be bo hevkariya weberhêneran û bazirganan, texsîriyê nakin. Ew rêkar û yasayên alîkariya weberhêneran û bazirganan dikin bo ew bi hêsanî bikarin karên xwe birêve bibin. Em hewl didin bo bikarxistina kompaniyan li Kurdistanê hêsankariyan bo bikin û alîkariya wan bikin.”
Serwokwezîr Barzanî, herwiha spasiyên xwe pêşkêş kirin û got, “Hêvîdar im ev pêşangeh careke din bibe hokarek bo li hev nêzîkkirina Kurdistanê li gel bazara cîhan û navçeyê jî û Kurdistan bibe binkeyeke girîng a bazirganiyê li cîhanê.”
Ji Herêma Kurdistan, Iraq, Fransa, Amerîka, Kanada, Çîn, Kwêt, Qeter, Tirkiye, Îran, Hindistan, Lubnan, Srî Lanka, Ukranya, Polonya, Holanda, Îmarat, Swêd, Misir, Erebistana Siûdî, Urdin, Kenya û Malezya li pêşangehan beşar in û berhemên xwe nimayîş dikin.
Li gor amarên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, li Herêma Kurdistanê, 4 hezar û 100 kargehên pîşesaziyê hene. Ji wan 372 kargeh taybet in bi pîşesaziya xorek ku tê de 6 hezar û 200 karker kar dikin û beşek ji pêdawîstiyên navxwe dabîn dikin.
13mîn Pêşangeha Bazirganî ya Navdewletî li Hewlêrê, bi sponsoriya Medyayi ya Tora Medyayî ya Rûdawê birêve diçe û Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê ragihand ku zêdetirî 300 kompanî beşdarî pêşangehê dibin.
Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku pêşangeha bazirganî ya Hewlêrê bi beşdariya 300 kompaniyan ji 24 welatan dest bi karê xwe dike û kompaniyên Tirkî û Qeterî yên herî li pêş in.
Mistefa Şêx Ebdulrehman got ku ew girîngiyê didin hemû kompaniyên beşdar.
Wê pêşangeh ku îro destpê kir û dê heta 3ê Cotmehê berdewam bike, dê her roj ji demjimêr 11.00 heta 18.00an vekirî be.
Di heman demê de îro pêşangeha project bo kertên binesazî, avadankirin û karebayêjî li Hewlêrê hat vekirin.