Serokê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê ragehand, ew dixwazin hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin.
Serokê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê, Zana Mela Xalid ji BasNewsê re got, me di civîna serokatiya parlementoyê û serokên firaksyonan de sê mijar gotûbêj kir. Yek ji wan mijdara Destûrê bû, ya din dubare aktîfkirina komîsyona hilbijartinan ya Kurdistanê û ya din jî qanûna hilbijartinan bû.
Zana Mela Xalid her wiha got, em dixwazin Destûra Kurdistanê di vê xula parlementoyê de were nivîsandin û amadekirin. Me bo wê jî daxwaz kiriye komîteyek were pêkanîn.
Li ser hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî wî parlementerê PDKê got, em dixwazin hilbijartin di dema xwe de bê kirin.