Polîtîk

Em di vê hilbijartinê de çi biryarê bidin emê çarenivîsa welatê xwe diyar bikin

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî îro 6ê Cotmehê di civîna ligel hejmarek mamosteyên zanîngehê yên Dihokê de, gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Em her biryarekê di vê hilbijartinê de bidin, dê çarenivîsa welatê me diyar bike, paşeroja zarokên xwe diyar dikin. Biryara me dê diyar bike ku piştî vê hilbijartinê di 4 salên bê de hikumranî li Herêma Kurdistanê dê bi çi şêweyekê be.”

Mesrûr Barzanî got: “Biryar di rojekê de btê dayîn, lê biryar dê 4 salan bidome. Encama biryara we çi dibe bila bibe, ev çar salên desthilatdariyê dê dîsa berhema biryara we be, ji ber vê yekê ez bang li hemû welatiyan dikim, di vê hilbijartinê de biryareke niştimanî bidin, da ku em bizanin paşeroja vî welatî û ev destkeft û ezmûna ku berhema xwîna şehîdan, êş û têkoşîna Pêşmerge û berxwedana gelê qehreman e, vala neçe.”

Cîgirê Serokê PDKê tekez kir: “Eger hûn biryarê nedin, dê kesek din li şûna we biryarê bide, nemaze hûn mamosteyên hêja, ev erkekî pir pîroz e li ser milê we, ji ber vê yekê divê hûn welatiyên din, xwendekar û her kesê ku hûn bandorê lê dikin, biçin ser sindoqan ji bo ewlekariya dengdanê, ta ku hûn pêşeroja xwe misoger bikin.”

Back to top button