Cîhan

Em dê bibînin çi tê serê Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump di pirseke Rûdawê de ragihand ku ew di wê baweriyê de ye ku helwesta wan a li hemberî Îranê gelek baş e, ka ew dê bibînin çi tê serê Îranê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li New Yorkê di yekem roja Lijneya Giştî ya 74emîn a Neteweyên Yekbûyî de ligel rojnamevanan civînek saz kir û têde bersiva pirseke Nûnerê Rûdawê li New Yorkê Mecîd Nîzamedîn Gilî da.

Li ser pirsa Mecîd Nîzamedîn Gilî ya “Birêz Serok bi we, gavên hûn diavêjin Amerîka û Îranê ber bi şer ve nabe?” Trump got: “Bi min helwesta me ya li hemberî Îranê di cih de ye. Em dê bibînin ka dê çi were serê Îranê. Pêgeha me ya li hemberî Îranê bihêz e, ez di wê baweriyê de me ku sizayan bandora xwe heye. Ew jî dê tiştekî bikin, lê min ne bawer e tişteke aqilane bikin.”

Donald Trump di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bal kişand rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de û got: “Her welat berpirsiyare ku li hemberî Îranê tevbigere.”

Trump diyar kir ku çalakiyên êrîşkar ên Îranê berdewam in û eger Îran wiha berdewam bike sizayên Amerîkayê dê li hemberî Îranê neyên sistkirin.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku çalakiyên êrîşkar ên Îranê dewam dikin û wiha pê de çû: “Her ku Îran wiha tevdigere sizayên Amerîkayê yên li hemberî Îranê nayên sist kirin, berevajoyê vê dê zêdetir dibin.”

Piştî ku Donald Trump weke serokê Amerîka dest bi kar gengeşyên di navbera Îran û Amerîkayê de her diçe zêde dibin.

Piştî êrîşên ser saziyên petrolê yên kompaniya Aramco ya Siûdiyê, gengeşeyên di navbera Amerîka û Îranê de gihîşt e asta herî bilind.

Back to top button