Polîtîk

Em bi tundî vê tawankariya tirsinokî şermezar dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de teqînên Kerkûkê şermezar kir û ragihand, “berdewamî û berfirehbûna karên terorîstî li navçeyên Kerkûk û derdora wê, amajeyên tirsnak in ji bo aktîvbûna terorê û hewlên alozkirina rewşa wan navçeyan.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê da ku dilê wan li cem kesûkarê şehîd û qurbaniyan e û ji Xwedayê mezin xwest ku sebrê bide wan.
Serokê  Herêma Kurdistanê  dibêje: “Hemû saziyên pizîşkî yên Herêma Kurdistanê vekirî ne û amade ne bo her core alîkariyekê.”
Nêçîrvan Barzanî daxwaz dike ku terorîst û encamderên wan teqînan bêne dîtin û bêze cezakirin û dibêje: “Di demekê de ku em bi tundî vê tawankariya tirsinokî şermezar dikin, em daxwaz dikin ku alîkariyên peywendîdar terorîstan bibînin û wan ceza bikin.”
Ji bo rûbirûbûn û nehîştina hewlên terorîstî yên weke teqînên şeva bihorî li Kerkûkê, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya hjebûna hemahengî û hevkariyên bêtir di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike û dibêje: “Rûbirûbûna wan hewlên terorîstî pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya bêtir a aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê heye, herdu alî divê bi ciddî kar li ser vê yekê bikin.”

 

Back to top button