
Koşka Elysee ragihand, Serokê Fransa Emmanuel Macron dê roja duşemê li Parîsê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî bicive û li ser mijarên Hewlêr, Bexda û Rojhilata Navîn gotûbêj bike.
Koşka Elysee di daxuyaniyekê de ragihand: “Roja 14.04.2025 dê Serok Barzanî li Koşka Elysee ligel Serok Nêçîrvan Barzanî bicive.
Ev cara yekê ye ku Nêçîrvan Barzanî îsal serdana Parîsê dike, piştî ku di Kanûna sala borî de bo beşdariya li merasîma vekirina Katedrala Notre Dame serdana wî welatî kiribû.
Koşka Elysee ragihand, “Serok û Serok Barzanî dê gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê, aramiya navçeyî û hevkariya di şerê li dijî terorê de bikin.”
Elysee got: “Herdu serok dê rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj bikin û pabendbûna xwe ya ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê dubare kirin.”
Fransa endama hevpeymaniya navdewletî ya ji zêdetirî 80 welatan e ku li Sûriye û Iraqê şerê DAIŞê dikin. Di çarçoveya hevpeymaniyê de, Fransa nêzîkî 600 leşkerên xwe li Iraqê bicih kiriye, ku piraniya wan li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ne.
Ji dema ku Macron di sala 2017an de bû serokomar, herî kêm 7 caran li Parîs, Hewlêr û Bexdayê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiriye.
Serdana dawî ya fermî û dîplomatîk a Nêçîrvan Barzanî bo Parîsê di Mijdara 2023an de li ser vexwendina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bû.
Hevahengiya aborî pêkhateyeke sereke ya pêwendiyên Hewlêr û Parîsê ye. Îlona borî yekemîn Foruma Aborî ya Fransa-Kurdistan li Parîsê hatibû lidarxistin.
Şîrketên Fransî yên wek Total Energy amadebûna xwe bo sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê nîşan dan.