Cîhan

Elmanya:ENKSê xwepêşandanek li dijî binpêkirinên çekdarên PYDê li dar xist

Di xwepêşandaneke aştiyane de nûnerê Ewropî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê binpêkirinên çekdarên PYD li dijî rojnamevan û çalakvanan li Kurdistana Sûriyê şermezar kir.

Roja 13.07.2024ê, li bajarê Düsseldorf a Almaniyayê, nûneratiya Ewropî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Ewrupa xwepêşandanek aştiyane li dijî binpêkirinên hêzên ewlehiyê û leşkerî yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) lidar xist. Di girtina çalakvan û rojnamevanan de, û tedbîrên aborî yên keyfî ku li ser xelkên xwecihî li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê ferz dikin.

Xwepêşanderan wêneyên kesên revandî û ala Kurdî bilind kirin, û kiryarên û binpêkirinên ku ji aliyê dezgehên ewlekarî ve tên kirin, di nav de revandin û terorîzma li dijî gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê, û êrîşa vê dawiyê ya Ciwanên Şoreşger.

Di daxuyaniyeke taybet de ji malpera Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê re, berpirsa nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li Ewropa Necah Heyfu ragihand: “Binpêkirin û kiryarên tolhildanê yên ku ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat ve tên kirin, armanca wan guhertinan a demografya herêma Kurdistana Sûriye ye Ji bo vê tedariyê li xelkê dikin û mecbûrê koçberiyê dikin.”

Heyfu di berdewamiya axaftina xwe de got: “Xwepêşanderan bi rêya şandeke malbatên kesên ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatine revandin, nameyek pêşkêşî konsulxaneya Amerîka li Almanya kirin û daxwaza fişar û destwerdanê kirin ji bo rawestandina binpêkirinên asayişê. Daxwaz dikin ku çarenivîsa kesên revandî di zindanên PYDê de bê eşkerekirin, û yekser hemû çalakvan, rojnamevan û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Kurdistana Sûriyê serbest bên berdan.”

Back to top button