Ellawî: Divê em bibin opozisyon
Di vê derbarê de serokê lîsta Eliraqîye Eyad Ellawî ji rojnameya The Guardian a Brîtanîyayî re ragihand, ku ew bi gomanin ku hewldanên ji bo pêkanîna hukûmeteka hevbeş a niştimanî, yên bi Malikî û alîyên din re serkeftinî bin.
Eyad Ellawî weha jî got, ku tenê rêyek li pêşîya wan heye û ev rêya han jî ew e, ku ew bibin opozisioneka fermî û ew dê di vê derbarê de biryara xwe ya dawîyê bidin.
Wek tê zanîn pêşniyarek hebû ku, bila encumenê siyasî ya bilind a Iraqî bête damezirandin û Dr. Eyad Ellawî bibe serokê wê. Lê Serokê lîsta Eliraqîyye Ellawî ev pêşniyar qebûl nekir û di vê derbarê de got ku, ew naxwaze beşdarîyê di tiştekê wisa de bike û ew weha dizane, ku dê ev encûmena han di karê xwe de neserkeftî be.
Lîsta Hevgirtina Dewleta Qanûnê ragihand, ku herdu postên serokatîya komara Iraqê û serokatîya wezîran di navbera wan û Hevgirtina Fraksiyonên Kurdistanî de safî bû.