Polîtîk

Elî Qazî Mihemed: Kurdistan axa hemû Kurdeke

Îro çarşem Elî Qazî kurê Pêşewa Qazî Mihemed di derbarê sêdaredana Mistefa Selîmî têkoşerê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve axivî û daxwaz kir ku Kurd cûdahiyê li navbera Kurdên perçeyên neke.

Elî Qazî li daxuyaniyek da ji bo xelkê Kurdistanê balkişand li ser wê yekê û got: “Bi nûçeya diltezîn ya sêdaredana welatiyê me Kek Mistefa Selîmî gelek xemgîn bûm. Mixabin desteyek dixwazin bi vê rûdanê dîsa bi navê Rojhilatî û Başûrî bi nerewa dû berekiyê bixin nav mala Kurd. Meseleya me meseleya niştimane, bi wî milî wekî Rojhilatî û Başûrî û Rojavayî û Bakûrî û Kurmancî û Soranî yan Kurdê Tirkiye, Kurdê Iraq, Kurdê Îran û Kurdê Sûriye, mixabin ji bo xwe karê xwe têkdidîn û Kurdistanê perçe perçe dikîn”.

Elî Qazî her wiha dibêje: “Em wekî Kurd divê têbigihin ku eger welatiyeke me tûşî kêşeyek tê, divê wê kêşeya wî bi ya xwe hemûyan bizanîn. Em divê têbigihin eger xuşkek yan birayek tûşî gîr û giriftek hat ew ji bo me hemûyan qewimiye. Me çi hizr û ramanek li ser vê dinyayê hebê me bi xwe li xwe re têk daye û çawa biyaniyek ji me têbigihe. Eve jî tenê delîleke ku welatên dijmin dikarin bi rehetî bêne nav axa Kurdistanê û bombebaran bikin yan destdirêjiyê bikin ser namûsa mîlletê me û kes jî li dinyayê de bersîva wan nade.”.

Her wih kurê Pêşewa li vî derbarî de mînakek li ser Mela Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed de dide û dibêje “Bavê min wê dema ku li dadgeha dijminan de dihate mehkeme kirin, parastina birêz Mela Mistefa Barzanî kir neku wekî Başûriyek, belku kerem kir ku Barzaniyê Nemir li mala xwe ye û ew tenê ji vê dîwanxaneyê çuye dîwanxaneya din, Kurdistan axa hemû Kurdeke”.

Li dawiyê de jî dibêje: “Ez wekî takekî vî mîlletî bi îdamkirina Mistefa Selîmî gelek nerehet û dilgiran bûm, wekî tevahiya wan şehîdên ku bi destên dijminên xedarê Kurd hatine şehîd kirin. Xwedê rûhê wî şad bike û cihê wî bihûşt bê û hedarê bide malbata wî”.

Back to top button