Zeynelabidin Zinar
21/12/ 2015
ELI HERIRI
(1010-1077)
Yek ji helbestvanên Kurd ên klasîk û kevn, ELÎ HERÎRÎ ye.
Elî Heîrî sala 1010an de li gundê Herîra ku li Deşta Herîrê ye û wê demê girêdayê bi Colemêrga Şemzînanê ve bû, hatiye dinyayê Herîrî di sala 1077an de jî çûye ber dilovaniya Xwedê. Mixabin gora wî ne diyar e ku li kurê ye, lê guman tê kirin ku li Şamê ye.Nîqaş li ser piraniya zanayên Kurd ên klasî heye. Ji ber ku ev e 200 sal in berhemên kurdî têne şewitandin. Ji ber hindê pir kêm belge di destên me de hene. Li gor çavkaniyeke dî, Elî Heîrî di 1425an de ji dayik bûye û sala 1495an jî çûye ber dilovaniya Xwedê. Dema Elî Herîrî di kemîna xwe ya zanistiyê de bûye, Dewleta Kurdên Merwanî hebûye. Piraniya vê axa ku jê re Kurdistan tê gotin heta bajarê Şam û çarnikalê wê jî, di binê desthelatiya Qiralê dewletê Alî Merwan de bûne. Tê gotin ku Elî Herîrî şair û nivîskarê Dewleta Kurd a Merwanî bûye. Bavê Elî Herîrî bi xwe şêxekî mezin bûye û xwedanê Medreseya Kurdî bûye. Elî Herîrî jî pêşî li cem bavê xwe xwendiye û di medreseya wî de li xwendinê donamdiye. Piştre çûye li gelek medreseyan geriyaye weke medreseya Hewlêr, Bexdad, Cizîra Botan û piştre çûye li Şamê û li wirê xwendiye.Li Şamê Elî Herîrî bi Şêxê navdar Ebû Elî Mexribî re ketiye hevberiya zanistiyê û serkeftî bûye. Ji ber hindê ye ku Elî Herîrî di nava Kurdan de, xasma jî di nêv peyrewên Medreseya Kurdî de weke zanayekî bêhempa hatiye pejirandin.
Ji ber hindê ye ku ji bo Elî Herîrî ŞÊX ELÎ HERÎRÎ tê gotin.
Di dema Elî Herîrî de li her deverê Zimanê Kurdî bi awayekî fermî hatiye bikaranîn.Lê ne diyar e ku Elî Herîrî kengê dest bi nivîsandina bi Zimanê Kurdî kiriye. Lê belê di hin çavkaniyan de dîyar bûye ku Herîrî pirtûka xwe ya bi navê MEQAMAT li Cizîra Botanê nivîsiye. Berî Elî Herîrî, neh-deh kesên dî jî bi kurdiya kurmancî divîsîne. Berî Îsa Pêxember jî kurdiya kurmancî hatiye nivîsandin.
Weke mînak:
a) 300 sal B.Z. helbestvanekî Kurd bi navê Bodraboz bi kurdî nivîsiye. Niha jî helbesteke wî di destê Kurdan de heye.b) Piştî Îslamiyetê, berî Elî Herîrî jî zanayekî Kurd bi navê Baba Rax û yekî din bi navê Behlulê Mahî (Sedsala 8an) bi kurdî helbest nivîsîne.c) Di Sedsala Nehan de zanayekî Kurd bi navê Basam Kurdî û Xalid Axa Zehar (905–974) bi kurdî nivîsîne.d) Zanayekî Kurd bi navê Ebdusemed Babek (972-1020) bi kurdî nivîsiye. Niha jî di nava Kurdan de navûdengê Babekî heye. Berhemên Elî herîrî niha pir zêde li holê nayên dîtin. Tenê pênc-şeş helbestên wî hene, wekî din ew jî di nêv gerîneka mêjû de nixro bûne. Bêguman helbestên Elî Herîrî ne tenê ev in û gelekên dî jî hene. Weke helbestên Feqiyê Teyran ku gotiye, wî 1000 helbest nivîsîne, lê îro 20-25 helbestên wî li holê têne dîtin. Melayê Cizîrî jî 114 helbest di Dîwana xwe de nivîsîne, lê dema me dîwana wî veguhazt latênî, me yazdeh helbestên wî yên dî jî dîtine û xistin nava dîwanê çapa xwe. Nivîskar Tehsîn Dostkî, du sal berê jî helbesteke Melayê Cizîrî di deftereke Mele xelîlê Sêrtî de dîtiye û di kovara NÛPELDAyê de li Wanê daye weşandin. Helbestên Elî herîrî bi piranî behsa evîn û bade û meya îlajhî dikin. Lê belê xwedênasî û tesewuf jî di wan de aliyekî giran wergirtine.Helbestên Herîrî pir dewlemend in. Min bi tecrûbeyên xwe derxistiye holê ku ev helbestên ji aliyê zanayên Medreseya Kurdî ve ku hatine nivîsandin, hem ji aliyê vêjeyî ve û hem ji aliyê dewlemendiya bêjeyan ve gelek berepêş ve çûne. Tê gotin ku berhema “Qewlê Hespê Reş” ya Elî Herîrî ye. Li gor agahdariya ku gorbihişt Mîr Celadet daye û di programa WIKIPEDIAyê de jî eynî heye, pirtûka Qewlê Hespê Reş ya Feqiyê Teyran e. Divê rewşenbîrên Kurd lêkolîneke berfireh li ser Elî Herîrî bikin û akademisyenên Kurd jî li ser Elî Heîrî û kesên wisa xebat bikin, da ew agahdariyên nixumandî eşkere bibin.Erkê mezin ev e ku divê sazî û dezgehên kurdî perpirsyariya xwe bi cih bînin, piştre divê rewşenbîrên Kurd jî bibin alîkar. Eger meriv bi rêk û pêk xebat bike, tiştekî ku zelal nebe, namîne.
Navûdengê Elî Herîrî li Kurdistanê xasma di nava peyrewên Medreseya Kurdî de, gelek belav e û hertim Kurd pê şanazî dikin. Niha jî çi kesê ku di zanîn û zanistiyê de zîrek û zana be, tê gotin ku “Bûye wek Elî Herîrî.” Yan jî dema kesek pesnê xwe bide, xelk dibêje: “Meriv dibê belkî bûye Elî Herîrî.”
HELBESTDilê mehzûn kefaret bêt ke im şeb taze mihman têtBe mizgînî beşaret bit ke mihman canê canan têtKe mihman canê canan e, le ser cavê me mihman eBe mala cumleyê Xan e, ke şahê cumleyê xan têtWere ey şahidê şêrîn ji eşqa te dilêxsîr inBe can menzilgehê mîr in telebkar î ke sultan têtTelebkar in dilara yîm med îm yarin bûyî şaîmLe bejna er’erîn daîm sîyehmar lê be colan têtSîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîranKu xas û am bibûn heyran le cîran enberefşan têtDu zulfên enberefşan in du le’lên şekeristan inEqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têtEcêb bir ke mirarî tê le seddê qewsê tarî têSîyehpenc in xumarî tê, ji mexmûran du eslan têtJi mexmûran tu mexmûr î, be cî hişt eqreba jûrîTewafa Beyti Me’murî le burcan xûn be sîran têtEqarib hat û bê hed hat, le wê burca zeberced hatVebala qewsê eswed hat, le tilbey mahî taban têtLe heyva kewçêr in kamil ve ehlan ra nehiştin dilÛ cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têtGulîstana Xuda riste le çar etraf dilan xisteBinefş û nêrgiza mest e, cinisrê le’l û reyhan têtReyahîn sosin û werd in, le Şêx Elyê xerîb ferd inWeristê ehmer û zerd in hero sed car bi efxan têtJi efxanan nemayim têr du’agoyê te ez bê virBebête şer du esleh dîr heta vî qasidê can têBebîne rû şemalînê were hindava balînêJi dest ahan û nalînê çi reng feryad ji esman têtBi feryad û bi hewar e, ji dest ahan min ew kar eMe lazim bendeyê jar e, ji seyidê çi ferman têtSeyidê heq nezer vêra di îqlîman ilim gêraQitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt. NARÊ EŞQÊGer hûn bibînin narê eşqTênê li bom zarî dikenHerkes bizanit halê eşqBexîlî dijwarî dikenBexîlê eşq bexîl bibûmHerdem bi dem zelîl dibûmBêrah û bêdelîl dibûmHer kes bi xemxwarî dikenHûn bar mekin gel min di zorLi hesreta werdên di sorÇavê di reş bisk têne dorEnya bi nûr tarî dikenEnya bi nûr zulf têne serRengîn dibin şems û qemerReşmar ji perd anîne derLi er´era yarî dikenXweş ere’ra şemsa di qedTeşmîn rewa sebr û xîredAh û meded, ah û mededÇeşmên çu gumarî dikenÇavê li rojê bûne komCama meyê anî ji bomEmro wê kir lazim vexomMestî li min carî dikenMest û şerabê qan divêEsîr û bendêt vê şevêGer wesfêt yarê ez bibêmHûn terkî hişyarî diken.