Elî Bapîr: Em piştevaniya referandumê dikin
Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku ew piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin. Mela Bextiyar jî got ku divê Herêma Kurdistanê demê ji destê xwe nebe û karê referandumê bike.Piştî bidawîhatina civîna di navbera şandeya hevbeş a PDKê û YNKê li gel Komela Îslamî ya Kurdistanê kongreyeke rojnamevanî hevbeş hat lidarxistin û Serokê Komela Îslamî Elî Bapîr ragehand: ‘’Gelê kurd li hemû beşan zulim dîtiye û her pêngavek bo têkbirina wê zulmê em wek erkeke rewa dibînin. Referandum jî ku kevneşopiyeke siyasî ye ku rapirsiya giştî li xelkê tê kirin, sedî 100 em li gel in, lê eger referandum ew be ku serxwebûn li dû xwe bîne. Çend astengiyek hene ku eger neyên rakirin dê ragihandina serxwebûnê bêserûber be.’’Elî Bapîr got, pêwîst e parlamento û saziyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya amadekariyên referandumê de bên çalakirin û karên zêdetir ji sazî û dezgayên ewlehiyê re bê dayîn û hewla başkirina jiyana xelkê bê dayîn.Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ku endamê şandeya hevbeş a PDKê û YNKê ye diyar kir ku wan sê civîn pêk anîne û encamên wê dilxweşker in.Herwaha ragehand: ‘’Mercên ku anha hene, PDK û YNK naçar kirine ku wan civînan pêk bînin. Herwaha li Kerkûkê ala Kurdistanê hat bilindkirin û me dît di nav 24 demjimêran de, ewên ku bi rastî ne demokratin bi asanî li ser daxwaza eniya tirkmenan, li dijî ala Kurdistanê li Kerkûkê derketin. Me gelek dem winda kir, wa 10 sal e li ser madeya 140 derbas bûye û me nekariye bicîh bikin. Rewş û mercên niha cuda ne, piştî têkçûna DAIŞê û rizgarkirina Mûsilê, bi wan ezmûnan ve 14 sal borî, pêşeroj li gel Iraqê ne diyar e. Divê êdî em demê ji destê xwe nebin.’’Mela Bextiyar got, du rojên pêş de civînê dê li gel Tevgera Goran û Tevgera Îslamî û aliyên mesîhî û tirkmen jî dê pêk werin.