M.Emin Ekmen hevditenek a xwe de li gel Karar TVê, dibêje ku; “pêvajoya aşitiyê“ dawî bû hêdî tu cara pêvajoyek welê destpênake. Berdewamiya axavtina xwe de Ekmen dibêje:
Hukumeta Tirkiye bi rêya hukumeta herêma Kurdistanê li gel PKKê pêwendiya datîne. Ekmen dema vê îdiayê dike dibêje, di demek nêz de cardin hukumeta Tirkiye bi rêya hukumeta Kurdistanê pêwendiyek li gel PKKê daniye.
Berdewamiya axavtina xwe de Ekmen dibêje: Niha îdareya herêma kurd dixwaze PKKê ji cihên sinor derêxe cih li wan teng bike. Ji bo vê yeke jî li gel hukumeta Tirkiye di nava hemahengiyekî de ye.
Ek men axxftina xwe de gelek îdiayên ne rast dike û li himber pirsen rojnemavanên ku bername li darxistine şaş dibe û têkilhev dike. Rojname bi israr dipirse: Yanî tu dibêjî Tirkiye bi rêya Barzanî pêwendiya PKKê re datîne? Li himber vê pirsê tevlîhev dike û wateya erê de bersivê dide.
Lê tişta balkêş ewe ku di derbarê pirsa PKKê li herêma Kurdistanê de, Ekmen bi deve PKKê diaxê ve.
Mehmet Emin Ekmen parlementerê bere yê AKPê bû. Niha jî li gel Ali Babacan di partiya DEVA de kar dike.