Polîtîk
Ehmed: Gûman dikîn ku tûşbûyên zêdetir hebin

Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevaniyê da ragihand, gef û metirsiya şewba Korona li astekî bilind daye, lê belê beşek ji niştimaniyan hê jî wekî pêwîst ji metirsiya şewbê tênegihiştine û wernegirtine”.
Di derbarê ragihandina qedexeya tevahiya hatin û çûna otombêl û piyadeyan Rêber Ehmed Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê dibêje: Ew hemû qelebalixa dihate dîtin li gel qedexeya hatin çûnê hevdû nedigirt.
Wezîrê Navxweyî dibêje: Tirsa ewe heye ku li 15 ê şubatê de ber hevketina xelkê zêde hebê, ji bo wê yekê niha divê kar li ser ewe bikîn çavkaniya belavbûna şewban peyda bikîn. Em ji we venaşêrîn û gumanê dikîn ku tûşbûyên zêdetir li nava civaka me de hebê.