DosyaHevpeyvîn

Eger Salahêdîn Demirtaș jî bibûya pirîzîdêntê dewletê tișt nedihat guhertin

Pirsên Rojevakurd:Encamên  hilbijartinên serokkomarî û parlementoya Tirkiyeyê hatin ragihandin.

  1. Hun encamên hilbijartinê çawa dinirxînin û li gor we ew encam pêşbînîkirîbûn?
  2. Encama hilbijartinê çi bandorê li pirsa kurd dê bike, gelo dê rê li pêş pêvajoyek nû veke?
  3. Li  gora we HDP dê bikaribe ji bo çareseriya pirsa kurd rolekî bileyze?

Bersiva Eskerê BoyîkHilbijartina 24 hezîranê ya parlamênt û serokê dewleta tirk wek yê berê, bi wan rê û rêbaza derbaz bû, kîjan hê salên bîstî dema hîmê wê dewletê li ser destûr, qewi-qanûnê „Yek milet, yek ziman, yek al“ hate danîn.Wî wextî da heyîtya netew, ziman û kûltûrayên din yê wê dewletê bi berk ji alyê deshilatdariyê va hatin înkarkirin.Yên ku heta niha derketin dij bi xûnê hatine pelçiqahdin.Van hilbijartina ew desthilatdarî hê ber bi dîktatorya hișk , miletçîtya olî ya sexte, pantûrkîzma fașîzim bir.Bûyarên van salên dewiyê nîșan dan ( rind așkere kirin) ku deshilatdariya tirk dijminê xweyî sereke, ne ku tenê liTirkyê, lê seranserî cihanê da gelê kurd dibîne. Ev îdêya malwêran bi rêya mediyayê, rewșenbîryê û oldaryê çawa gelê tirkî sade, wusa jî musulmanên dinyayê dijî azadîxweziya kurdan bi narkotîka pantirkîzmê serxweș kirine..Qedera gelê kurd di « hilbijartinên parlamênt û pirîzîdêntê » dewletên dagerkir va girêdan xelet e… Hebûna çend parlamêntar û çend wezîrên bi esil kurd parlamênt û hikumata wan dewleta da, pirsgirêka kurd tucar çareser nake.Di nava HDP ê da evdê dilsoz, hêja, zane hene. Lê wê partyayê dema demezirandina xweda eșkere elam kirye û niha jî dike ku ew hêzeke tirkî ye, di parlamêntê da nûnerê kurda nînin û nabe berdevkê pirsgrêka kurdî. Tifaqa ku partiyên kurda xwestin bi wan ra li van hilbijartna da çê bikin wana qebûl nekirin.Çima ? Ji bo di xwestinên wan partiya da hinek « kurdayetî » hebû…Gel gerekê nexapînin û ranezînin. Eger Salahêdîn Demirtaș jî bibiya pirîzîdêntê wê dewletê tișt nedihat guhertin. Eva bîst sale pirîzîdêntê dewleta Îraqê bi fermî kurd in, gelo wan karibûne pirseke kurda çareser bikin?Ez bawar nakim deshilatdariya nû gaveke erênî pirsgirêka kurdî da bavêje.Bawariya min wusa jî nayê Deshilatdarî bixweza dewî șerkariya « kurda » ya çekdarî û çawa ew dibêjin « têrorîzima Kurda » bîne.Hin ji pirsgirêkên navxweyî hin jî yê navnetewî dewleta tirk xwe bi wê pirsgirêkê diparêze, giva șerkariya dijî Têrorîzmê nahêle Tirkya bi hezara pirobilêmên gelê xwe çareser bike, giva « șerê » wê di dewleta Sûryayê da dijî kurdan dijî « Têrorîzmê » ye, șerê « xweparastinê » ye û bo komkujiya Efrînê û pirsgirêkên din Kurdê têrorîst in sûcdar…Lê bi rastî tu têrorizm dijî dewleta tirk tune. Şerkariya kurda bo hinek mafê xezayî ne, kurd bi xwe jî tiștekî bingehîn ji dewletê naxwezin.***Ez nizanim çima Pirsa kurd dagerkirê Kurdistanê, berê ewlin Tirkiyê, ji xwera kiriye pirsa hebûn nebûnê.Ez nizanim dewleta Tirk wê kî rojê bigihîje wê rastiyê, ku çareserkirna pirsa kurd dermankirina hemû birînê wî welatî ye, riya dirêjbûna jiyana wê ye.Qederê herdu gel kirine cînarê heta hetê û bi gelek têla bi hev va daye girêdan. Bira kes xwe nexapîne. Ne kurd ji dinyayê tên hildan, ne jî tirk.Ev neyartiya ku navbera herdu gelan da çê bûye karê nade ne gelê tirk, ne jî gelê kurd.Rojên bê ji bo van șer-dewa, neheqî-weșîtya, hebs û zindana ku niha tên kirin, ewledê neletê van pêșyê xweye neheq bînin.Kalekî gundê me digot : « Rehme wî pêșî be ku cihêbûn kire edet yan na xelkêyê qira hev banya. Nikarin tev bijîn cihê bin. Cihêbûn bixwera edlayê, pismamtiya qenc û hizkirnê tîne ».Eskerê Boyîk05.07.2018 

Back to top button