Endamekî serkirdetiya PDKê dibêje, PKK ji aliyê wan welatên ku naxwazin Kurdistan aram bimîne, ve bo xirabkariyê hatiye erkdarkirin û ew tiştên ku dike jî, bo veşartina rûreşiyê xwe dike.

Endamê serkirdetiya PDKê, Elî Ewnî ji BasNewsê re got, PKK ji aliyê wan welatên herêmî yên ku naxwazin Kurdistanê aram bimîne, ve hatiye erkdarkirin da ku xirabkariyê bike. PKK darê destê wan e û ji xwe re bikar tînin. Eger aramiya Kurdistanê xirab bibe ti sûda ti kurdekî nîne.

Elî Ewnî her wiha got, ew karên ku PKK dike bo veşartina rûreşî û binketina xwe dike.

Bi gotina wî endamê serkirdetiya PDKê, xelk naxwaze alozî li Herêma Kurdistanê çêbibe ji ber ku xizmeta dijminan dike. Her kurde hinekî xwedan hesta kurdiniyê be baş van tiştan dibîne.

Elî Ewnî anî ziman jî, PKK li Bakûrê Kurdistanê bin ketiye. Ew hêzek in bo lêdana her çar perçeyên Kurdistanê çêbûne, ne bo azadiya kurdan dixebitin. Belkî di bin navê kurdiniyê de dijberiya kurdan dikin.

Li ser piştevanîkirina PKKê jî Elî Ewnî got, ewên ku piştevaniya PKKê dikin, li çokê xwe didin. Ew ji kerba PDKê vê yekê dikin ne ji ber hejêkirina PKKê. Ewê jî dê rojekî tûşî PKKê bibin.

Wî endamê serkirdetiya PDKê bang li hemû kesayetî û partiyên siyasî yên Kurdistanê kir li hember PKKê yekdeng bin û jê re bêjin derkeve ji vir! Meydana xebata we Bakûrê Kurdistanê ye. Eger piçek hestê kurdiniyê di nav PKKê de mabe dê vegere Bakûr û li wir xebat bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: