HevpeyvînRojev

Eger heman mafên Kurda jî tunebe, tiştek bi wateya dedweriyê namîne…

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê re rewşa Kurdan de got: “Divê em hemû hevdu qebûl bikin, lê eger Îranî, Tirk û Sûrî serbixwe bin û heman mafî nedin te, êdî wê demê tiştek  bi wateya dadperweriyê nîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî- Kurdistan li Duhokê derbarê rewşa Kurdan de axivî û ragihand: “Pirsa koçberan ji bo me cihê nîgeraniya kûr e, selametiya koçberên Kurd li sînorên Ewropayê ji bo me girîng e.”

Derbarê koçberên Kurd ên li ser sînoroê Belarus û Polandê asê mane de Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew koçber di bin ti givaşekê de ji Kurdistanê neçûne û bi azadî û li gor xwesteka xwe çûne û got: “Ez dilgiranim li ser tendurstiya wan kesên li ser sînorên Belarûs û Polonya asê mane  ew li çend welatn navçeyê ne beşek ji wan ser bi Kurdisanê ne mixabin wesa xuya dibe ku ew kesane hatine bikaranîn  ji aliyê grûpên qaçaxçiyan, beşek ji wan ji aliyên aliyên siyasî û hin aliyên navxwe yên Belarus wan bikar tînin.”

“Herêma Kurdistanê navçeyeke ewle ye”

Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê navçeyeke aram û ewle ye û pêşwazî li zêdetir ji milyonek koçberan kiriye ku ji navçeyên Iraqê ve reviyane û got: “Ewên çûne (Belarus-Poland) bi hezaran dolar xerc kirine daku bigihin wê derê, eger bikarin wî pereyî bidin, dikarîbûn ji bo xwe li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê kar bikin.”

Barzanî hewiha da zanîn ku ew hewl didin rêyekê bibînin ji bo alîkarîkirina koçberên ku dixwazin vegerin û wiha pê de çû: “Ji ber hebûna givaşê ew ji vir neçûne, ti pirsgirêkek wan nebûye bo geştkirinê wan bi rêyên fermî geşt kirin, ew çûne Belarusê li hotelan mane û piştre, ber bi sînoran ve hatine arastekirin ku derbasî nava sînorên Yekîtiya Ewropayê bibin, mixabin rewş hate guhertin û keşûhewa sar e û hin dîmenên videyo ku belav bûne, cihê dilgiraniyê ye ji ber ku zarok bi wan re hene û ew bê guheh in û mixabin ew baca lîstikeke siyasî didin.

Me li dervey Herêma Kurdistanê peywendî li gel hevbeşên xwe kiriye di nav de Bexda ku em rêyekê bibînin bo wan kesên ku dixwazin vegerin,  heta wê dema ku ew yek çêbe em daxwazê dikin ku Xaça Sor biçe wan navçeyan û alîkariya koçberan bike. Gelo ew vedigerin an diçin cihekî din, pirsa girîng ev nîne, em çaverêya vegera wan dikin, tiştê girîng ku ez li vir bibêjim, mixabin hinek zanyariyên nerast hatine belavkirin, çima ew çûne û çima li wir in, piraniya wan bi awayekî azad geşt kirine, ji Kurdistanê çûn û ti qedexekirinek li Kurdistanê tune ye, Kurdistan cihekî aram e, ji bo jiyanê asayîş tê de ye.

Ya giringe em li vir bêjin, gelek xapandin hatiye kirin ku çima çûne û çawa çûne eger hûn, bi rêjeyî temaşe bikin dibînin ku asayîş li Herêma Kurdistanê başe, me pêşwaziya bêhtir ji milyonek awareyan kiriye ew li Iraq û navçeyên din reviyane û hatine vir ji ber ku dizanin herêma Kurdistanê baş e, ji ber wê ti lojîkek nîne ku bêjin ew ji ber rewşa ewlekariyê çûne.”

“Me çend pirsgirêk çareser kirin”

Di berdewamiya axavtina xwe de Barzanî got: “Naxwazim bêjim rewşa wir bê problem e, lê ew reformên me li Herêma Kurdistanê kirine, wiha kirine ku em ji çendîn pirsgirêkan derbas bibin. Eger ew reform neban, renge em tûşî şikestê bibana. Pirsgirêka sereke pirsgirêka siyasî ye, aborî û ewlehî wek givaşek siyasî bo ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine bikaranîn. Hikûmet ya bikare dê ji nişteciyên xwe re bike. Em hewl didin aware vegerin navçeyên xwe, eger ew jî çê bibe, ew barê giran li ser milê hikûmetê sivik dibe.”

“Bexda pabendê rêkevtinê nabe”

Derbarê rêkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Barzanî dibêje: “Me çend caran behsa wê yekê kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti carî %17 bûdce ji Iraqê wernegirtiye. Me rêkeftin li gel hikûmeta federal heye, dahata navxwe û petrolê ku tê komkirin, hejmarek xuya dibe, ya dimîne divê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re be lê Bexda nade. Ku dibêjin em ne pabendin rast nîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir “çavê me hemûyan li ser çavkaniyên pîşesazî, geştyarî û pîşesazî ye daku bibe dahateke zêdetir bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

“Divê Diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bê kirin”

Li ser pirsa moderator a “Gelo dema wê yekê nehatiye ku em qebûl bikin ku Beşar Esed bi serkeftî ji krîzê derketiye?” Barzanî got: “Ez ê nekevim nîqaşa serketî yan ne serkeftî. Nikarim wek binketî yan serketî behsa Beşar Esed bikim, lê her tiştek li Sûriyê çê dibe, bandor li Iraqê jî dike. Lê karî li ser piyan bimîne.  Ev rast e. Lê pirs ev e; Paşeroja Sûriyê dê çawa be? Bêguman em wek cîran aramiyê dixwazin. Ji ber ku her tiştê li Sûriyê diqewime bandorê li Iraqê û me jî dike. Lê mesele ne tenê hikûmeta Sûriyê ye. Amerîka, Rûsya, Îran, Tirkiye û hêzên din jî hene. Em dixwazin pirsgirêkên li Sûriyê bi rêyên aştiyane bên çareserkirin.

Derbarê rewşa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê de jî Barzanî ragihand: “Em herdem tekezî li ser diyalogê dikin û pirsgirêkên me yên kesî li gel ti aliyekî navçeyê nebûye, ji bo seqamgîriyê em hez dikin gotûbêjê bikin. Bi baweriya min divê Diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bê kirin û bigihin çareseriyekê.”

“Danûstandin ligel berpirsên Tirkiyê bûne”

Barzanî eşkere kir ku wan çend danûstandin li gel berpirsên Tirkiyê hebûne bi armanca destpêkirina aştiyê li gel Tirkiyê û got: “Ew dibêjin pirsgirêka wan li gel PKKê heye û naxwazin li gel wan gotûbêjan bikin. Divê em hemû hevdu qebûl bikin, lê eger Îranî, Tirk û Sûrî serbixwe bin û heman mafî nedin te, êdî wê demê tiştek  bi wateya dadperweriyê nîne.”

Li ser rewşa li Iraqê jî Barzanî got: “Iraq ti deman di nava aştiyê de nebûye, yan li gel welatên derve yan jî di nav xwe de mijûlî şer bûye. Ez Kurd im, Iraq nasnameyek e li ser nexşe heye û sînorê wê heye, lê welatekî sexte ye, pişta xwe girênedaye cudahiyên niştimanî an cografî. 100 sal beriya niha hatiye çêkirin, ez bi awayekî profesyonel Iraqî me, lê Kurd im û neçarim li vî welatî bijîm.”

Jêder: Rûdaw

Back to top button