Efserekî pêşmerge li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê di du xulên serbazî yên girîng de li Amerîka beşdar bû.
Wezareta Pêşmerge ragihandiye, di çarçoveya pilana meşq û perwerdekirina Pêşmerge ji aliyê hêzên hevpeyman ve bo nehîştina terorê, efserekî pêşmerge bi navê Eyûb Hemed Emîn di beşa gihandinê de hat destnîşankirin da ku beşdarî xulên gihandin û fermandehiya serbazî li Amerîka bibe ku 8 mehan kişand.
Wezaretê Pêşmerge daye zanîn jî, piştî xilasbûna xulên han, wî efserê pêşmerge bawernameya zimanê serbazî û bawernameya serkirdetiya gihandina serbazî bi dest anî da ku di nav hêzên Pêşmerge de xizmet Pêşmerge û Kurdistanê bike.
Wî efserê kurd daye xuyakirin, di wan her du xulên girîng de li Iraq û Herêma Kurdistanê tenê ew beşdar bûye, ji bilî wî gelek efserên NATO û Amerîkî beşdar bibûn.