Êdî kes li Dihokê tûşî Koronayê nabê!
Welatiyekê li devera Sêbîran ya ser bi Hewlêrê tûşî Koronayê bû û 9 kesên din li gel xwe tûş kirin, kesê navê wî nezanî!
Li Silêmaniyê ji bilî wî mamostayê olî yê ku canê xwe ji ber Koronayê ji dest da, kes nizanê ewên tûş bûyê bi şewb û virusa Koronayê kî ne?
Li Derbendîxan kesek tûş bûye û renge nîveka xelkê wî bajarî tûş kiriye û hemû Derbendîxan hatiye kerentînekirin û kes nezaniye ewê tûş bûyî kî ye!
Tûş bûn bi nexweşiya virusê yan her nexweşiyeke din ne eyb û şerme, lê belê belavbûna navê her nexweşekê, pêywîste tenê bi rizamendiya kesê nexweş bê belavkirin û mafê kesekê nîne navê wî belav bike… Belavkirina navê nexweş ji etîkên pizîşkî nîne? Êdî her kesê belav bike…
Keçeka 20 salî li Dihokê weku dûyem haletê Koronayê tûş bû hate tomarkirin, yekser nav û wêneyê keçekê hate belavkirin ku eve ew keçe tûş bûye… Xelkê axaftin û çîrokên ecêb li ser gotin û weha nîşandan ku peywendiyê bi birêz nexweşê yekê ve li parêzgeha Dihokê heye!
Ew keça wêneyê wê belavbûye ragihand ku ew ne ewe û daxwazkir wêneya wê bê reşkirin, belku ewa nexweş li nexweşxaneyê ye û ew bi selamet nav kes û karê xwe da ye… Niha gelek kes hewl bidin wêneyê wê keça tûşbûyî û navê wê û eşîra wê belav bikin û bişkênin û xelkê din pê bişkênin!
Eger wisa biçe û her kesê tûş bû, hate şikandin, piştrast bin xelkê tûşbûyî yê ku nexwazê kes bizanê tûş bûye, xwe eşkere neke, yan xwe radestî tîmên pizîşkî neke, wê demê nîvê civakê wê tûş bibe û kesê bawerî bi saxlemiya Dihokê namîne!
Kî berpirse ji eşkerekirine navê nexweşan?
Di berjewendiya kî daye, ev xelke dihêne şikandin?
Pêdiviye li ser saxlemiya Dihokê ku karên mezin encamdayne û em pê serbilindîn û destên pizîşka û tîmên tendirûstiyê xweş bin ku karên gelek mezin encam dane. Divê nav û kesayetiyên nexweşan biparêzin..
Hêvîdar Ehmed
Parlementer li Parlementoya Kurdistanê