Nivîsar

Êdî bes e “

Kesên go destên xwe nexin bin kevir û divê doza daxwazên ji xwe mezintir li Kurdan nekin. Kesên go dixwazin di xweşî û rehetîyê de bijîn, kesên go dixwazin xwîn ji serê pozê zarokên wan neyê û wan dûrî dozê digrin…

Nûrî Çelîk

Seydayê Cegerxwîn di helbestek xwe de dibêje;

„Em ji xew rabûn welat im ez bi qurban im bes e.
Tev de rabûn Rojhilat im sebir û saman im bes e.
Umrê min çû tev di vê rê, roj û şev nal û girî,
Das û çakûç wa me hildan, qîr û giryan im bes e“.

Sê rêz ne tê de,
Lê rêza „Emrê min çû tev di vê rê, roj û şev nal û girî „
Ji bo min rêza herî bi wate ye.

Çil, çil û pênc sal derbas bûn. Me emrê xwe tev di vê rê de, roj û şev bi nal û girî derbas kir.
Lê mixabin ne tiştek ket destê me, me ne tiştek bi ser xist, û ne jî me nirxekî pîroz ji zarok û ciwanên xwe re hişt.

Me partî ava kirin, ew xirab kirin, dîsa me ava kir, dîsa me xirab kir, bi heman tasê, bi heman av û sabûnê, bi heman kes û kadro û rêvebiran. Îro jî partîyan xirab dikin, û li şûna wan partîyên nû ava dikin. Dîsa bi heman av û sabûn û tasê, dîsa bi rêvebirîya heman kadro û rêvebiran.

Me ji xirabkirin, ji alozkirin û bêmoralkirinê pê ve çi da bingeha xwe, me çi da xelkê xwe, û ji îro û pê de emê çi bidin wan? Pirêza ma xuya ye, erdekî ziwa û neçandî, zevîyek bi kevir û goncal, bîrek neşûştî û golek girîkî û ava genî. Û li ser vê pirêzê dîsa em dixwazin xwe bixapînin, dîsa dixwazin zarokên xelkê di vê gola genî de bixeniqînin.

Xebata legal berdêlê dixwaze, şer berdêlê dixwaze, hevalbend, alîgir, dost û hogir, civaka te wê berdêlê ji min û te û we bixwaze. Ew berdêl destê bin kevir e, ked e, xwêdan e, xwîn e, û di encamê de mirin e. Kesên go destên xwe nexin bin kevir û divê doza daxwazên ji xwe mezintir li Kurdan nekin. Kesên go dixwazin di xweşî û rehetîyê de bijîn, kesên go dixwazin xwîn ji serê pozê zarokên wan neyê û wan dûrî dozê digrin, û kesên go dixwazin ji derveyî welêt bi dûrguhêzk û komandoya televizyonê Kurdan bi rê ve bibin, divê tiştekî ji Kurdan nexwazin û destên xwe ji qirika Kurdan bikşînin.

Ji ber van sedeman;

Ji kengî ve di hişê min de ye
Min wext nedît ji xwe bipirsim
Ew salên windabûyî, ew salên ku min nejîyan.
Niha ez di ferqa gelek tiştan de me.
Divê ez ji cihê ku lê mame dest pê bikim.
Ji cihê xwe yê veşartî derket alîyê min ê din.
Ezê carek din li paş xwe nenêrim.
Bela tu kesek tiştekî negire ser xwe.
Ez ê hinekî jî ji xwe re bijîm…

Û dîsa ji ber vê rewşa dilxelîn, û ji ber vê siyaset û siyasetmedarên gemarî;

Çi bi amatorî û çi bi profesyonelî be, ji îro û pê ve ezê siyasetê nekim û ezê nebim şirîkê xêr û gunehên tukesî.

Ez xwe teslîmî qedera xwe dikim, û hûn sax…..

Lê… ?

Back to top button