DYA:Emê hejmara leşkerên xwe li Sûrî kêm bikin

Berpirsekî Pentagonê, ji Rûdawê re got, ew dê hejmara hêzên xwe li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kêm bikin.
Berpirsekî Pentagonê ji Nûnerê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re ragihand ku wan dest bi kêmkirina hêzên xwe li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Wî berpirsê Pentagonê got, “Di vê qonaxê de dê çend sed leşker bên vekişandin. Em dê hejmara hêzên xwe bo hezar leşkerî kêm bikin.”
Berpirsê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê da zanîn ku dibe hejmara hêzên wan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li gorî rewşa herêmê were guhertin.
Rayedarê Pentagonê her wiha amaje pê kir, di çarçoveya kêmkirina hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de, dê hinek baregehên leşkerî jî bên valakirin lê wî diyar nekir bê çarenivîsa van baregehan dê çi be.
Biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê, herêmên din ên di bin desthilata HSDyê û Sûriyeyê ne nû ye lê pêvajoyê niha dest pê kiriye.
Berê Rûdawê ji çavkaniyeke leşkerî ya hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê piştrast kir ku Amerîkayê dest bi veguhastina kel û pelên leşkerî û valakirina baregehên leşkerî yên Green Village û Zeviya Omer kiriye.
Beriya ku şerê Xezeyê di Çiriya Pêşîn a 2023yan de dest pê bike, Amerîkayê nêzîkî 900 leşker li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hebûn.
Piştî ku komên Libnanî, Yemenî, Sûriyeyî û Îraqî yên alîgirên Îranê êrişên xwe li ser hêzên Amerîkayê li herêmê zêde kirin, Pentagonê hejmara leşkerên xwe gihand nêzîkî du hezar leşkerî.
Piştî ku Kanûna Pêşîn a 2024an desthilata Malbata Esedan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû, Nîsana 2025an Pentagonê ragihand ku dê hejmara leşkerên xwe ji bo bin hezarî kêm bike ji ber ku li gorî dîtina wan metirsiya DAIŞê lawaz bûye.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji du çavkaniyên parastinê yên Amerîkayê piştrast kirine, Amerîkayê heta niha nêzîkî 500 leşker ji Sûriyeyê vekişandine.
Biryar e ku di qonaxa pêş de, 500 leşkerên din jî vekişînin û hejmara hêzên wan dê bo hezar leşkerî kêm bibe.