Cîhan

DYA pişgirya hevdîtina Erdogan û Esad nake!

Eve demeke behsa asayikirina pêwendiyên Tirkiye û Suriye tê kirin. Demek dirêje di nava dezgehên istixbarata Tirkiye û Suriye de hevdîtin pêktên. Herweha bi rêya Rusyayê wezîrên derve û wezîrên bergiriya herdu welatan civiyan. Niha jî li hêviyêne ku Erdogan û Esad bicivin û herdu serokan jî di vê derbarê de peyamên germ ragihandin.

Lê dixweyê Amerika ji vê pêwendiya ku bi rêya Rusya û pişgiriya Îranê çêdibe ne raziye.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê hewlên asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê, bersiva çend pirsên Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got:

“Em piştgiriyê nadin wê hewlê û heta rêjîma Sûriyeyê ji bo çareseriya aloziya 13 salan pêngavên cidî navêje.

Em ti carî pêwendiyên xwe bi Şamê re asayî nakin.

Amerîka piştgiriya wan hewlan nake. Me ji Tirkiyeyê xwestiye ku van hewlan ji bo pêkanîna armancên biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê aloziya Sûriyeyê bi kar bîne.

Heta ku pêşketineke rasteqîn ji bo çareseriya siyasî ji aloziyê re çê nebe em pêwendiyên xwe bi rejîma Esed re asayî nakin.

Me ji welatên pêwendiyên wan bi rêjîma Sûriyeyê re hene xwestiye, pêwendiyan ji bo başkirina rewşa mirovî, mafên mirovan û rewşa ewlehiya Sûriyeyê û bidestxistina armancên projebiryara Neteweyên Yekbûyî bên bi kar bînin.”

Tirkiye beşekî axa Sûriyeyê bi leşkerên xwe dagir kiriye.

Şertê ewil a Şamê derxistina leşkerên Tirkiyeyê ye.

Li gorî pisporan, Enqere ji bo pêşî li statuya Rojavayê Kurdistanê bigire xwe nêzîkî Şamê dike.

Piraniya civaka Tirkiyeyê ji bo vegerandina penaberan dixwaze her du serok hevdîtinan bikin.

Back to top button