Amerîka li dijî çekdarên milîs ên Heşdî Şeibî piştgiriya bihêz ji serokwezîrê Iraqê re ragehand.
Duh êvari milîsên Heşdî Şeibî ji ber girtina fermandarê operasyonên Heşdî Şeibî li Enbarê Qasim Muslih dest li ser piraniya navçeyên Bexdayê de girt û çavkaniyên çapemeniyê jî ragehand, wê hêzên mala serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî dorpêç kirine.
Îro 27.05.2021ê Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê di tora xwe ya civakî ya fermî ya twitterê de ragehand: ‘’Em bi awayekî bihêz piştevaniya xwe ji serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re radigehînin ku serweriya yasa disepîne û rê xweş dike bo helbijartinan.’’
Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê pêwîst dibîne ku lêkolîn li gel herkesekî bê kirin, ku hemwelatiyan dike armanc û ew alî û kes jî şermezar kirin ku tundiyê li Iraqê tehrîk û teşfîq dikin.