DYA ji bo piştgiriya Îsraîlê 2 hezar leşkiran amade dike
Rojnameya Wall Street Journalê îdîa kir ku DYA ferman daye 2 hezar leşkiran ku ‘ji bo şandina Îsraîlê’ amade bin. Rayedarên ku ji rojnameyê re axivîn diyar kirin ku fermana şer li van leşkeran nehatiye dayîn û tenê ji bo şêwirmendî û desteka tenduristîyê tên şandin.
Li gor nûçeya ku Wall Street Journal ji rayedarên Wezareta Paraztina Amerîkayê (Pentagon) ragihandiye, Amerîkayê ji bo piştgirîyê bide Îsraîlê 2 hezar leşkir amade kiriye.
Îdîayên rojnameya Wall Street Journal wiha ne:
• Nêzîkî 2,000 serbazên Amerîkî dawîya heftiya borî hatine destnîşankirin da ku ji bo bicîhkirina muhtemel amade bibin.
• Tê payîn ku ji van leşkiran re erka şerkirinê neyê tayînkirin; hat diyarkirin ku wê erkên wan tenê li qadên wek şêwirmendîya artêşa Îsraîlê û dayîna piştgirîya tibbî be.
• Leşkir ji nav leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn û herêmên din, di nav de Ewropa, hatine hilbijartin.
• Heya niha, talîmata “Hûn ji bo şer tên wezîfedarkirin” ji tu yekîneyekê re nehatiye dayîn.
FOX News jî heman îdîa nivîsand
Malpera Fox News ya alîgirê Komarî jî nivîsîbû ku Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Lloyd Austin ferman daye hejmarek leşkirên Amerîkî ku “ji bo bicîhkirinê amade bin”. Cîgira Wezîra Berevanîya Amerîkayê Sabrina Singh got ku ewê heta niha li ser nûçeyên têkildar şîroveyê nekin.