Kultur

Duyemîn festîvala şano ya Hewlêrê

Hat zanîn, duyemîn festîvala navdewletî ya şanoya Hewlêrê, dê îsal bi beşdariya 10 welatên biyanî bê sazkirin.

Hiwa SuadRêvebirê şanoya Hewlêrê, Hîwa Suad, ji AKnewsê re got, me piştî bidawîbûna festîvala yekem ya şanoya Hewlêrê, dest bi amadekariyên festîvala duyemîn kir ku dê 18 Îlonê dest pê bike.

Suad, diyar kir, di festîvala îsal de, 10 welatên biyanî û Herêma Kurdistanê beşdar dibin û 10 şano tên nîşandan.

Hîwa Suad, da zanîn, jibilî nîşandana şano, dê 7 pirtûkên şanoyê jî çap bikin û her wiha emê kovaran jî derxin.

Rêvebirê şanoya Hewlêrê, got, kovarekî taybet bo bûyerên rojane yên festîvalê dê bê weşandin.

Hat goitn, festîval dê 7 rojan bidome.

Balkêş e ?
Close
Back to top button