Du pirtûkên dersên KURDÎ/kurmancî li Swêdê hatin weşandin

Du pirtûkên nû yên dersên KURDÎ/kurmancî li Swêdê hatin weşandin.  Pirtûk ji alî mamosteyê dersên zimanê kurdî Haluk Öztürk ve hatine amadekirin û di nav Weşanên APEC de derketine. Herdu pirtûk ji bo  şagirdên dibistana pêşîn polên 1-3 ne.

Ji van “KURDÎ-Kurmancî” rêzmana kurmancî ya ji bo zarokên dibistanê yên polên pêşîn e. Ew seranser ji gelek wêneyên rengîn û ji 64 rûpelan pêkhatiye. Spartinên wê hêsan û berbiçav in, şagird dikarin serbixwe bixebitin.

 Pirtûka duwem “Heywan-Deftera Temrînan 1 ” materyaleke fêrkirina navên heywanan e, herwisa jî ji bo pêşxistina şîyana xwendin û nivîsandinê ye. Pirtûk bi bergekî rengîn e û ji 24 rûpelan pêkhatiye . Wêneyên gelek heywanan ji bo ku şagird bi wexe birengînin hatine nexşandin.

Herkes dikare pirtûkan ji malperê Weşanxaneya APEC spariş bike.

Navnîşan ev e:
[email protected]
www.apec.nu/forlag

Nêrînek

  1. Bi weşandina van du pirtûkên rêzdar Xalûq Ozkurd ger hindik be jî alîkariyek ji bo dersên Zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê ji bo zarûkên Kurd çêdibe. Bi hêviya serkeftin û berdewamiya çend pirtûkên din jî ji aliyê kek Xaluq ve, silav û serkeftin her şad bî…

Nerîna min :