Polîtîk

Du parlementer ji HDPê vediqetin

Du parlementerên HDPê ji HDPê vediqetin û dikevin di nava Partiya Karkerên Tirkiye(TIP) de. Parlementerên HDPê yê Antakya û yê Stanbulê ji HDPê vediqetin û dibin parlementerên TIPê. Bi vî awayê TIP jî bi du parlementeran di parlementoyê de tê temsil kirin.Parlementerê HDPê yê Antakya  Bariş Atay û parlementerê Stanbulê  Erkan Baş ji HDPê xwe didin aliyekî dibin yê Partiya Karkerên Tirkiye. Bi vê yekê hêjmara parlementerên HDPê dibe 65 kes di parlementoyê de.Herdu parlementeran di hevpeyvinek ya li gel BBC a Tirki de dibêjin ku, dema em bûyin berbijêr me ev yek ji HDPê re vekirî dabû xuyakirin. Her demî ev mafê me heye ku em veqetin herin di nava partiya xwe de. 

Back to top button