Du milyon koçber li Kurdistanê ne
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Rita Ezsak biryardera taybetiyê pirsa kêmatiyan li Rêkxistina Mafên Miravan ya Neteweyên Yekgirtî û şandeka pê re kir.Rita kêfxweşiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê û hewil û kiryarên errênî yên gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên mirovan û hembêz kirin û xizmet kirina hijmareka zêdeya koçber û penaberên destê terorê nîşan da û hebûna cultûre bi hev re jiyana lêborîn navbera pêkhatiyên civaka Kurdistanê û gavên hikûmetê ji bo pitir cih girtina vê cultûre giring nirxand. Ev yeke jî got Herêma Kurdistanê karî ye bibe hêlîneka arama jiyanê bo hemû pêkhatiyên netewî û olî, ku cihê rêz û sipasiya civaka navdewletî ye.Berpisa mafên mirovan her wiha got dixwaze serdana hijmarek deverên Kurdistanê bike, bi taybetî kempên penaberan, bo ve yekê ji nêz ve haydarê rewşa jiyana wan bibe û raportekê derbarê rewşa mafên mirovan li Herêma Kurdistanê amade bike. Her wiha piştîvaniya xwe jî bo hewil û pêngavên gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ware mafên mirovan nîşan da.Serokwezîr sipasiya serdan û rênimayî yên berpisa mafên mirovan kir û bal kişande ser vê yekê ku zêdebarê barê giranê darayî, gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hembêza xwe ji bo pitir ji 1.8 miliyon penaber û koçberên destê terorê vekiriye û cihê veman û ximetgizariyê ji wan re dabîn kiriye.Serokwezîr hêvî xwest civaka navdewletî ji bo sivik kirina vê bare giran li ser mile Hikûmeta Herêmê pitir alîkariya Herêmî bike, bi taybetî bo pitir yarmetî danan koçber û penaberan.Nêçîrvan Barzanî her wiha behsê dîroka dûr û dirêja bi hev re jiyana pêkhatiyên netweî, olî û mesebî li civaka Kurdisranê kir û ragihand gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatiyên xwe şanaziyê bi vê cultûrî dike û Hikûmeta Herêma Kuristanê jî li ser pêş xistina vê cultûre berdewam dibe, ku yasa jî piştgîriya vê gava hikûmetê dike. Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku ev cultûre, dê rengvedaneka baştir û pitir di nava Destûra Herêma Kurdistanê hebe.