Civak

Dr Saman Berzencî: Pizîşk û perestaran xwe kirine mertal

Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiya Kurdistanê: Pizîşk û perestaran xwe kirine mertal bo ku welatî parastî bin

Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê bi helkefta roja cîhanî ya tendirustiyê peyamek belav kir û ragihand: “Dest xwe dirêjî pizîşk û perestar û hemû karmendên tedirustiyê dikîn ku ew niha li eniya berevaniyê de li dijî vê şewbê şer dikin û xwe kirine mertalek bo ku welatî parastî bin”.

Li peyama Wezîrê Tendirustiya Kurdistanê de hatiye nivîsîn: “Di demek da Herêma Kurdistan û cîhan vê bîranînê bi bîr tîne, bi qonaxekî hestiyar û pir li metirsîdar da derbas dibe, eve jî ji ber belavbûna şewba Korona (Kovid-19). Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina canê welatiyan û dûrbûna ji wê nexweşiyê hemû hewlekî dide û berdewam tekez li ser xweparêziyê dike û daxwaz ji welatiyan dike pêgirê rênimayiyên tendirustiyê bin”.

Back to top button