Polîtîk

Dr Barazî: Li Ukrayna 30.000 Kurd heye

Dr Mihemed Ehmed Barazî Serokê Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakistan gotarek bi navê Kurd li Ukrayna nivîsiye û têde balkişandiye li ser hejmara Kurdan û hatina wan ya Ukrayna kiriye.

Barazî li gotara xwe de balkişandiye li ser zanyariyên welatê Komara Ukrayna û Kirimê bi giştî dide û her wiha zanyarî di derbarê nifusa wî welatî de dide û dibêje texmînî nifusa wan 47 milyone.

Her wiha nivîskar dide zanîn ku Kurd berî mîladê 500 salî di dema Împaratoriya Medan de hatine Ukrayna û heta niha jî navên nêzîkî 250 gund û bajaran bi Kurdî ne. Di roja îro de jî li bajarên Odessa, Kiev, Xarchon, Nekalyev, Horasan, Zbroujh, Danescê nêzîkî 30.000 hezar Kurd dijîn. 

Back to top button