Nivîskar û lêkoliner Zeynelabidîn Zinar, bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: PKK jî dixwest ku Pêvajo têkbiçe, yanena piştî ku 105 şaredarî û 80 parleman ketin binê desthelatiya wê, diviya ku nirxandiba. Pirs:Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike dê çewa be? Bersiva Zinar:
Erê rast e ku ew Pêvajoya Çareseriyê hate beravêtkirin û têkbirin. Li gor hin tesbîtên ku bi dest ketine, sedem ev bûye:
- Di nêv Partiya Desthelatiyê de hin hêzên xûtxirab hene ku naxwazin çareseriyeke rengên li Tirkiyê çêbibe û Pirsa Kurd bi riya aştiyane çareser bibe. Ew terefdar in ku Pirsa Kurd bi zextên leşkerî çareser bibe ango Kurd bêtin petçiqandin. Ev hawe serokkomar Erdoganî tengav kir ku ew pêvajoyê rawestîne. Ji ber ku di nava saziyên dewletê de gelek kesên ku tenê li xwe û kursiyê xwe disêwirin hene, ew çu car nahêlin aramî li Tirkiyê çêbibe, lewra nanê wan di xirecirê de pir zêde dibe. Eger aramî çêbibe, ew dibin wek masiyên ku li bejê dimînin.
- Bêguman PKK jî dixwest ku Pêvajo têkbiçe, yanena piştî ku 105 şaredarî û 80 parleman ketin binê desthelatiya wê, diviya ku nirxandiba. Lê belê di radeya yekemîn de şervanên wê û di radeya duyemîn de çekdarên Artişa dewletê, derketin dervayê sînorê xalên lihevhatin. Ha wisa pêvajo têkçû û her tişt serobin bû.
Binerin, dema Pêvajoyê, pirtûkên kurdî, axaftina bi zimanê kurdî, weşanên kurdî bi hawayekî çalak berepêş diçûn. Lê ji hinga ku pevçûn dest pê bûye, çapkirina pirtûkên kurdî rawestiyaye, medyaya kurdî tev bi derbekê berevajî bûye. Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?BERSIV: Berjewendî û xisara tevgera Kurd %80 daketiye jêrê. Mesela êdî semîner, konferans, panel û wekî din civîn li ser Zimanê Kurdî nayên kirin. Sûda Neteweyê Kurd li bakûrê Kurdistanê di vî şerî de ji jikaravêtina karker û karmendên Kurd bigir, birçîbûn, belengazî, talan, şewitandin, bombekirina cih û war û zozanên Kurdan berdewam e û girtinên bi komî wisa bûye ku niha êdî girtîgeh hatine dagirtin.Ji van zêdetir rûxandina çend bajarên Kurdan bi dek û dolabên kesnedîtî hatine rûxandin. Ew şerê ku leşker û polîsên Tirkiyê qaşû bi ”Şervanên Ciwanên Taxan” re dikirin, kenê miriyan bi wan dihat. Lê encam, mala Kurdan xerabû û bi sedhezaran Kurd bûne koçber. Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?BERSIV: Ji bo rawestandina vî şerî, du tişt hene. Yek, yan aliyek wê aliyekî bindest bike û her tiştî weke xwe sererast bike. Yan jî wê dîsa herdu alî bêgav bimînin û li ser maseyê rûnin, dest bi guftûgoyên aştiyê bikin. Riya sisiyan nayê dîtin. Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike dê çewa be?BERSIV: Erê, di baweriya min de wê careke din pêvajoya çareseriyê dest pê bike. Eger kuştin çiqas zêde bête kirin jî, wê herdu alî bêgav bimînin ku vê xwînê bi avê bişon. Eger xwîna rijiyayî neyê şûştin, wê her dever genî bibe, her tişt wê serobin bibe.Ya girîng ev e ku doz ne ya PKKê ye û ne jî ya AK Partiyê ye, ya Neteweyê Kurd e ku ew û welatê wî ji aliyê Sîstema Kemalîzmê ve hatine vegirtin. Divê Neteweyê Kurd bigîje mafê xwe, êdî ew maf çi ye û çewan e, dîsa wê Kurd biryara xwe bide; federalî ye, serxwebûn e, yan li gor rayedarên PKKê ne çu maf e, mecbûr e ku biryara xwe bide.Lê divê neyê jibîrkirin ku Kurd û Tirk du peymanên biratiyê bi hevûdu re çêkirine û bi sedê salan heta niha problem neketiye nevbera wan. Mistefa Kemal jî di 1923an de li parlemana li Ulusê di axaftina pêşî de gotiye: ”Ev dewlet ya Kurd û Tirkan e.”Ez bawer nakim ku Komara Tirkiyê bi vî rengî careke dî bi PKKê re rûne, lê eger PKK rengê xwe biguhêre, wê her cûre aştî bi hev re bikin.Meriv şer dike, ji bo ku aştî bike. Meriv aştî dike, ji bo ku şer asteng bike.Eger dest pê bike dê çewa be?BERSIV: Eger aştî dest pê bike, wê ev car reng û naveroka guftûgoyê cuda be. Lê dibe ku PKK rengê xwe biguherîne û bi xame û lênûseke taze bi dewletê re rûne. Yan jî dibe ku alternatîfeke din ji Bakûrê Kurdistanê derkeve holê û bi dewletê re rûne.Lê di baweriya min de piştî 16ê Nîsana 2017an Turkiye ket çaxekî din. Ez bawer dikim wê Erdogan Pirsa Kurd çareser bike û wê gelek tiştên xweş jî çêbibin. Eger Erdogan pirsa Kurd çareser neke, wê serpêhatiya partiya gorbihişt Turgut Ozal li serê wî û partiya wî be jî.Xwedayê mezin ya bi xêr ji bo Tirkiye û Kurdistanê bike.19/ 05/ 2017Zeynelabidin Zinar