Doç Dr. Veysel Ayhan Serokê Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR) û Endamê Perwerdeya Beşa Pêwendiyên Navdewletiyê Zanîngeha Abant İzzet Baysal di derbarê serdana Salih Muslim Serokê PYD yê Tirkiyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên wê yên li gel Tirkiyê hevpeyvînek li gel rojnameya Akşam kiriye û pirsên rojnamevan Şenay Yildiz bersîvandiye.
Ayhan Tirkiyê hişyar dike û dibêje: “Eger em îro pêwendiyê li gel PYD nekin, sibê Rûs, Îranî û Fransî dê pêwendiyê bikin. Li rewşeke wiha de Tirkiyê nikare li Herêma Kurdan de tu insiyatifek wergire. Ev serdana Muslim gelek girînge. Tirkiye di derbarê Kurdên Suriyê de berev paradigmayeke nû an ku têgihiştineke nû ve agavan davêje.”
– Gelo serdana veşartiya Salih Muslim Serokê PYD ya Stenbolê çawa dinirxînin?
Eger bixwestan veşartî bikin, dikaribûn bi awayekî bikin ku kesek nebihîze. Bi awayeke zelal dibêjim ku Salih Muslim ne bi serê xwe hatiye Tirkiye. Ew bi awayeke vekirî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye vexwendin.
– Piştî qeyrana al ya sala derbasbûyî û xwedî helwesta xwe ya aram, hatina Muslim ya Stenbolê gelek girînge. Gelo Tirkiye di siyaseta xwe ya Suriyê de di derbarê Kurdan de paradigmaya xwe diguherîne?
PYD li ser Kurdên Suriye lîstikvanê serekî û girînge û heta wî lîstikvanî nebînin nikarin tu kêşeyek çareserbikin. PYD herdem digot ji bo guftûgoyê em vekirîne, lê belê Tirkiyê nedixwest hevdîtinan bike. Eger em îro pêwendiyê li gel PYD nekin, sibê Rûs, Îranî û Fransî dê pêwendiyê bikin. Li rewşeke wiha de Tirkiyê nikare li Herêma Kurdan de tu insiyatifek wergire. Tirkiyê divê rastiya li nava qadê berçav bigre, wan nirxandin û nêrînên xwe yên bê beranber û ji bîr dike û paradigmaya xwe biguherîne. Ev dikare li gor pêvajoyê aştiyê jî bê nirxandin.
– Hûn têkiliya wê ya li gel pêvajoya aştiyê çawa dinirxînin?
Ji xwe pêvajoya aştiyê di derbarê Kurdên li Tirkiyê de guhertina paradigmayê pêkanîbû lê belê ev yek hê li meseleya Suriyê de nehatibû dîtin. Lê belê her gava ku bavêjin pêwendî li gel Kurdên derveyê welat an ku revendên Kurdî û Irak û Suriyê jî dike. Ji ber wê yekê ji islamî heta liberaliyên Kurdên li Tirkiyê li hember siyaseta Tirkiyê ya beramber PYD nerazîbûna bi awayeke eşkere dianîn ziman. Ji ber wê divê êdî dewlet li hembêr vê kêşeyê gavên rastîn bavêje û bi vî awayî nêzîk bibe. Bi vî awayî jî serdana Salih Muslim gelek girînge. Pengava dûyem jî divê Tirkiyê wê ambargoya ku 4 mehe li ser Rojava heye, ji holê rake. Meseleya Suriyê de divê bê cûdahî li gel Kurdan, Ereban, Mesihiyan, Durzî û Elewiyan hemû rêyên medenî veke. Çawa ku Hevrikên li Suriyê bi awayeke vekirî têne Tirkiyê û raya xwe derdibrin û nêrînên xwe li gel civakê parve dikin divê Kurdên Suriyê jî û rêxistinên wan jî li Tirkiyê bi awayeke vekirî raya derbibrin û pêwendiyên xwe bikin.
– Gelo li paşarojê de Herêma Rojava çi statuyek çêdibe? Gelo dê wekî Erbilê ew jî li Herêmê de bibe lîstikvaneke serekî?
Erbil herêmeke giraniyeke xwe heye, li gel hêzên gelek girîngên cîhanê pêwendiyên xwe heye û her wiha li gor destûra Iraqê jî Herêmeke yasayiye. Lê belê herêma Rojava li Suriye û herêmeke defacto ye. Kesek nizane pêvajoya Suriye berev ku ve diherike, lê belê tişta ku divê em bibînin Rojava êdî defacto ye û eger li hember Suriyê siyasetekî birêvebibin divê êdî Rojava û hebûna siyasî û leşkeriya wê li ber çav bigrîn. Lê belê divê vê jî bibînîn: Dema dibêjim Rojava, em behsa lîstikvanekî dikin ku dixwaze siyaseta xwe û paşaroja xwe li gel Tirkiyê ava bike. Behsa avahiyek dikîn ku Serokê wê jî li Tirkiyê perwerdehiyê dîtiyê, Tirkî diaxive. Rûyê van mirovan bi awayeke dîrokî, çandî û aborî li Tirkiyê dinêre. Şûna ku wî bikin neyar û dijminê xwe, wî têxin nava xwe û pêşbixin eve jî li berjewendiya Tirkiyê deye. Mînaka Erbil delîla herî zindî ye û divê bê lêkolînkirin.
– Salih Müslim li Erbilê ji ragihandinê re got: (Em naxwazin bibin statuyeke wekî Kurdistana Iraqê. Em dixwazin li Herêmên xwe de xwe birêve bibin.) Li Erbilê ev axaftin gelek girînge. Gelo Barzanî çawa nêzîkî ramana li Suriyê Herêmeke Federalî dibe?
Ezmûna Kurdan ya dîrokî û demokratî li her welatekî cûda cûda heye û divê wiha hizir nekîn ku rastiya herêmekî Kurdan wekî rastiya herêmeke dinê Kurdane. Birastî hemû Kurd şert û mercên li Herêmên xwe de baş dizanin û li gor vê jî siyasetên nû diafirînin. Erbil jî baş dizane ku, îro dema li Suriyê herêmeke federal damezrînin hûn nîvê Kurdan li derve dihêlin. Dema hûn li Helebê 600 hezar Kurd, li Şamê 500 hezar Kurd li derve bihêlin wateya wê eve ku hûn nîvê Kurdan li derve dihêlin. Eger niha li Suriyê herêmeke wiha ava bikin, li vir avahiyeke perçekirî ava dibe. Eger Suriye bigihe demokrasiyê, Kurd jî li nava vê dewleta demokratî de hemû maf û azadiyên xwe yên çandî û siyasî bikarbînin. Ew peyama ku li Erbilê hatibû dayîn, ne peyamek ji bo Mesûd Barzanî bû. Peyama ewe bû ku rastiya Kurdan li Suriyê ji aliyê Kurdan ve baş tê dîtin.
– Avahiyek ku ji Erbilê an jî ji PYD Ocalan ve bê birêvebirin?
Îro hêza çekdariya PKK 5 hezare, ya PYD jî di navbera 80-100 hezare. Kurd li Suriyê avahiyê herî zêde ne rêkxistîne, ji ber wê yekê helbet ji PKK piştgiriyê werdigrin. Lê belê PYD bi giştî avahiyeke ku ne dibin kontrola Kurdan deye. Rastiya Suriye û rastiya dîtina Tirkiyê ne yeke. PYD li Suriyê ye û pêdiviyên bingehîne welat, daxwaz çibe neçarin wan bi cîh bînin. Ne xwe dê ew jî here û çûna wî partiye nû çêbibe.
– Daxwazên we yên li ser Kongreya Neteweyiya Kurd çine?
Li cîhanê de Kurd 5 perçe ne. Îran, Iraq, Suriye, Tirkiye û revenda Kurd an ku Kurdên li derveyê welat dijîn. Heta îro li her deverî Kurd wekî ku terorize bûbûn dihatin bi navkirin. Bi vî awayî cara yekeme ku dê bikaribin li raya giştî ya navdewletî de meşruiyeta xwe bistînin. Êdî civaka Kurd li her çar perçeyan pêktê. Bi vî awayî jî çareseriya bê afirandin her 5 beşan jî li xwe digre. Dê vê peyamê bidin, van beşan jî li ber çav bigrin û bi vî awayî jî çareseriyên xwe yên aştiyê pêşkêş bikin.
PYD li Suriyê şer birêvedibe û li vî şerî her aliyeke ku bi dest bixin ala xwe li wir bilind dikin. Ez bawer nakim ew al ji bo Tirkiyê hatiye bilind kirin, eve tevgereke ku ji bo aliyên dinê li nav Tirkiyê hatiye kirin. PYD heta niha tu tehdîdeke leşkerî ji bo Tirkiyê nekiriye. Li gor min divê Tirkiyê jî wê meseleya li nava Suriyê de bilindkirina ala PYD li ser xwe negre.