PDK û UNAMI hibijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin
Partiya Demokrat a Kurdistanê û Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) li ser proseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê civiyan.
Şanda PDKê ku ji endamên Polîtbûroya PDKyê Hêmin Hewramanî û Amîna Zikrî û Cafer Emînkî pêk dihat bi şandeyeke UNAMIyê re civiya.
Nûnera Taybet a Sikretêra Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya Îraqê Jeanine Hennis Plasschaert, berpirsên PDKê re çendîn civîn ji bo hilbijartina kirîbûn.
Piştî PDKê biryara boykotkirina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê da, gelek hevdîtin hatin kirin û PDK vekirî li dijî biryarên Mehkema Federalî yên ne qanûnî helwest danî holê û ji bo parastina destkeftin Kurdistanê bû xwediyê helwestek netewî. Herweha bi biryara Mehkema Federalî û daxwaziya YNKê pêkhatên Kurdistanê ji mafê hilbijartina hatin mehrum kirin.
PDK hilbijartinek adilane û li gora qanûna dixwaze bê li darxistin. Ji du salan pê de ye ku, PDK daxwaza çêkirina hilbijartina dike, lê li ser pêniyara YNKê dihatin paşxistin.
Piştî serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir û hinek hevdîtinên girîng li darxistin, dikare rewş bê guhertin û hilbijartin pêkwerin. Lê Li Kurdistanê hilbijartinên di bin siha biryarên ne qanûnî yên mehkima Federal de bêne kirin, dê ne adilane be û encama daxwaziya xelkê dernaxe holê.
Hêmin Hewramî wiha berdewam kir:
“