Dizeyî: Em daxwazê ji PKKê dikin derdûra gund û avadaniyan çol bike
Di demekê de ku hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bona pîrozkirina cijina Newrozê û pêşwazîkirina sala nû ya kurdî ber bi deşt, aqar û çiyayên Kurdistanê çû bûn, mixabin, spêdehiya roja pêncşemê ji encama bombebarana balefirên şerî yê Tirkiyeyê bo ser baregayên PKKê li devera Balakayetî 4 welatiyên Herêma Kurdidtanê şehîd bûn.Tevî hevderdî û hevxemiyê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwaz in û em dilgiraniya xwe li hember biarmancgirrina gund û avadaniyên Herêma Kurdistanê nîşan didin ku, mixabin, jiber nêzîkiya baregayên PKKê ji wan gund û avadaniyên wê deverê, hertim metirsî li ser wan deveran heye û ev çend care hevwelatî dibin qurbanî.Em daxwazê ji PKKê dikin derdûra gund û avadaniyan çol bike daku hevwelatî zêdetir nebin qurbanî.22.03.2018Sefîn Dizeyî Pevdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê