Polîtîk
Dizeyî bi navê Kurdistanê roja niştimaniya Kanada pîroz kir

Bi helkefta roja niştimaniya Kanada, Sefîn Dizeyî Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li gel û Hikûmet û Ashley Durec Berpirsa Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanada li Hewlêrê kir û hêvî xwest peywendî û hemahengiyên Herêma Kurdistan û Kanada biçê qonaxeke pêşketîtir.