Polîtîk

Diyarbekir ji bo destûra nû pêşniyarên xwe kifş kir

 

Li Diyarbekir 649 dezgehên sivîl û hinek akademisyena di derbarê guhertina destûrê û daxwaziyan de civînek amade kirin. Di encama civînê de daxuyaniyek ji bo raya giştî hate belav kirin. Daxwaziyên  di encama civînê de hatîn kifşkirin, wê ji serokkomar û ji serokê parlementoyê û herweha ji partiyên siyasî re jî bête rêkirin.

Beşek daxwaziyên ku ji bo destûra nû hatin kirin evin:

Divê di destûra nû de keseyata mirovan wek bingeh bête girtin.

Divê dewlet be alî be û ne xwedî  îdeolojiyekî be.Divê dewlet li himber grub û dîtinên cuda bê teraf be.

Divê tu madde di destûrê de tunebin ku neyên guhertin û neyê gotin ku, ev madde neyên guhertin ji bo guhertina wan jî pêşniyar nayên kirin.

Divê ne destûra tu nijade be û di nav Tirkan, Kurdan û tu kesên din de ferk tunebe.

Divê weseyeta leşkerî bi tu awayî nemîne û serfermandar bi wezereta bergiriyê ve bête gêrêdan.

Herweha bi vî awayî ji bo destûrek nû, sivîl û hemdem bête amadekirin û di vî warî de dîtinên dezgehên sivîl bêne standin.

Back to top button