Polîtîk

Diyarbekir dibe paytext

Graham Fuller berpirsên berê yê dosyeya Tirkiyeyê li CIA aemrîkî di daxuyaniyekê li dor rewşa Tirkiyeyê û herma Kurdistanê Îraqê de got ku rewşa kurdan li Tirkiyeyê ji parçeyên din baştir e:

Ez ne di wê baweriyê de me ku, kurdên Tirkiyeyê bixwazin cuda bibin, ji ber ku jiyana kurdên li Tirkiyeyê ji ya parçeyên din baştir e. Tirkiye yek ji wan welatane ku, roj bo rojê pêşdikeve. Tu seden nînin ku, kurdên Tirkiyeyê daxwaza cudabûnê bikin û bikevib ser Sûriye û Îraqê. 

Pêşketinên abûrî, îtîrafkirin bi nasnameya kurdî û dana mafên kulturî bo kurdan, pirsa kurd li Tirkiyeyê ber bi çareseriyê dibe.

Berpirsê dosyeya Tirkiyeyê li CIA di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje ku, rewşa kurdên bakurê Îraqê cudaye û wan bawerî bi hiûmeta Bexdayê nine û dibêje:

Li vir a giring eve; dema kurdên Îraqê dewleta xwe ya serbixwe rabigihînin kî dê îtîrafê pê bike. Ez di wê baweriyê de me her dema kurd ji Îraqê veqetin, dê  daxwaz bikin ku bikevin ser Tirkiyeyê. Eger ev kare bê kirin, hîngê Diyarbekir dibe paytext.

Back to top button