Daxwaz ji Barzanî tê kirin dewleta serbixwe îlan bike
Grûba Ala Kurdistan, Navenda Xebata nû û çend rêxistinên sivîl, îro di roja azadkirina İraqê de daxwaz ji serokê Herêma Kurdistanê kir ku serxwebûna Kurdistanê ragihênin.
Berpirsê grûba Ala Kurdistanê Palewan Şêxmemî ji Rûdawê re got:
– Bi hevkariya Navenda Xebata nû û gelek rêxistinên sivîl wê îro (09.04.2012) daxwazê ji serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bikin ku serxwebûna Kurdistanê ragihênin û biryara dawî bide.
Grûba Ala Kurdistanê bi hevkariya navenda Xebata Nû, îro li Dihokê di roja azadkirina İraqê ji destê rejîma Baasê, wê çend çalakiyan saz bikin. Wê bi hezaran dirûşmeyan piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê û biryara serokê Kurdistanê bikin, ji bo gelê kurd nêrîna xwe bêne ziman û serxwebûna Kurdistanê ragihêne.
Berpirsê Grûba Ala Kurdistanê Palewan Şêxmemî wiha dawî li axaftinên xwe anî û got:
– Hemû gelê kurd piştgiriya wê nêrînê dike. Niha ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê derfeta herî baş e, herwiha daxwaz ji tevayî aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku şerê ragihandinê yê li dijî hev rawestênin û bi hev re piştgiriya biryara Barzanî bikin. Ji bo dewleta Kurdî ragihêne.