Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê diyaloga dawî ya stratejîk a navbera Amerîka û Iraqê de peyamek belav kir û tê de ragihand ku diyaloga stratejîk pêngaveke girîng e ji bo bihêzkirina hevbeşiya stratejîk a demdirêj li ser mijarên sereke wekî aramiya herêmî, hevakriya aborî û çandî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê diyaloga stratejîk a navbera Amerîka û Iraqê de belav kir û diyar kir ku ew bi erênî pêşwaziyê li wan danûstandinan dike.
Nêçîrvan Barzanî herwiha di peyama xwe de spasiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda ligel li Amerîkayê beşdarî diyaloga stratejîk bûye dike.
Serokê Herêma Kurdistanê di twîtta xwe de wiha nivîsandiye: “Ez pêşwaziya encamdana diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê de dikim, ku pêngaveke girîng e ji bo bihêzkirina hevbeşiya stratejîk a demdirêj li ser mijarên sereke wekî aramiya herêmî, hevakriya aborî û çandî. Ez destxweşiyê li hewlên Sorokwezîr Mistefa Kazimî û şanda Iraqê dikim.”
Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duh di gera çarem a danûstandinên stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de civiyan bûn.
Gera çarem a danûstandinên stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de roja 23ê Tîrmehê destpê kir û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serokatiya şandên herdu aliyan kirin.
Danûstandinên stratejîk ên navbera Bexda-Waşingtonê roja 11ê Hezîrana 2020an wek beşek ji rêkeftina stratejîk a sala 2008 a navbera herdu aliyan hatibûn destpêkirin.