Polîtîk

Diyalog di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê dike

Berdevkê hikûmeta Iraqê Saad Hadisî li Bexdayê konferansek rojnemevanî li darxist û got: Piştî Dadgeha Federal a Iraqê ku derheqê referandûma serxwebûna Kurdistanê de biryar da niha em li benda Hewlêrê ne ku diyalogê di çarçoveya Destûra Bingehîn de bidin destpêkirin. Diyaloga ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de were destpêkirin divê li gorî yekrêziya xaka Iraqê be.”Serokwezîrê hikûmeta  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ragihandibû ku em amade pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê bi Bexdayê re çareser bikin.Ji aliyê din ve yek ji endamên Parlamentoya Iraqê Casim Beyatî jî ji bo destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê gotibû: “Hefteya pêşiya me wê heyetek ji Kurdistanê serdana Bexdayê bike û rêya çareserî wê di navbera herdu aliyan de were nirxandin.”Di serî de Amerika û gelek welatên Ewropî ji bo destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de di nava hewldana de ne.

Back to top button