Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî behsa di hevpeyvîneka xwe de behsa yekrêziya nav mala kurd li rojavayê Kurdistanê dike. Evdî dide xûyakirin ku gelek gavên hêja hatine avêtin û ev yek berdewam e.
Mazlum Ebdî dibêje:
“Diyalog hîna berdewam e, lê ev demeke me navber dayê. Şandeya ENKS’ê demekê çûbû derve, nûnerên emerîkayê garantor ku tev li van hevdîtinan dibû ne amade bûn, ji ber wê me navber da hevdîtinan. Hêviya me ew e ku dema ev alî amade bûn, diyalog dîsa berdewam bikin.
Li gor nêrîna min, hinek karên baş hatin kirin. Li ser yekitiya Kurdên Rojava hinek pirsgirêk hebûn, kêmek be jî hatin çareserkirin. Ya ku me ji wan hevdîtinan fêm kir ew bû ku ger ku Kurd bixwazin dikarin di nava xwe de pirsgirêkên xwe çareser bikin û yekitiya xwe ava bikin. Hinek pirsgirêk hebûn, hinek mijarên siyasî yên bi nakok hebûn, ev nakokî hatin derbaskirin. Hem nêzîkatiyên me yên ji rejima Sûriyê re, hem ji hinek hêzên derveyê wê herêmê re, em gihîştin nêrîneke hevpar.
Li ser şêwazê birêvebirina Rojava jî, em gihîştin lihevkirinekê. Her çiqas hîna neketibe meriyetê jî li ser ku wê ENKS’ê çawa tev li Rêveberiya Xweser be jî, em gihîştin nêrîneke hevpar. Bi nêrîna min, pirsgirêka ku mane jî ne yên bingehîn in, evna dikarin bi rêya diyalogê bêne çareserkirin. Dema ku her du alî hezar bin, wê diyalog berdewam bikin. Li Rojava divê lihevkirinek çêbibe. Ji ber ku cara yekemîn e li ser axa Rojava diyalogên wisa çêdibin. Ev di çarçoveya hevdîtinên li Qamişlo de pêş dikevin. Bi nêrîna min, ji bo ku ev pêvajo bigihêje serkeftinê, divê her kes hîn bêhtir kar bike.”