Dîwana serokatiya Kurdistanê teqîna Çelê şermezar Kir
Îro peyvdarek li ser navê dîwana serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek di daxuyaniyekê de teqîna duhî ya li devera Çelê şermezar kir. Teksta daxuyaniyê li jêr e:
– Ji bo me cîyê xem û dilgiraniyê ye ku, di wan rojên dawî de careke din şer û pevçûn di nava sînorên Tirkiyeyê de dest pê kiriye û di dawî de jî ji ber teqîna bombeyeke vedayî li ser rêya Colemêrg û Çelê de hijmarke leşker ji artêşa Tirkiyeyê bûne qorbanî.
Em weke dîwana serokatiya Kurdistanê dûbare destpêkirina şer û şidetê û her weha teqîna duhî ya Çelê mehkûm û şermezar dikin û di vê baweriyê dene ku, şer û operasiyonên leşkerî ti encamek nadin ji bilî mal şewtandinê û hevdem kêşeyên heyî jî aloztir dike û zererê dide pêvajoya aştiyê li deverê.
Em weke dîwana serokatiya Kurdistanê daxwaz dikin ku, şer û şidet raweste û hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û danûstandinê werin çareserkirin.
Peyvdarek bi navê dîwana serokatiya Kurdistanê
18.8.2011