Dîwana Helbestan
QOLINC Ev pirtûka bi navê QOLINC a 300 rûpelî, ji 153 helbestan pêkhatiye.Nivîskar, lêkolîner Zeynelabidin Zinar ne tenê di warê klasîk, folklor û lêkolînan de, lê va ye di honandina helbestan de jî hunera xwe daye nîşandan û vê dîwanê derxistiye holê.Helbestên pirtûkê di tarîxên cuda cuda de hatine nivîsandin, wek mînak helbestên ji sala 1988 hetanî adara 2017an di vê pirtûkê de hatine komkirin. Li binê piraniya helbestan jî tarîxa nivîsandinê û hinek jî navê devera ku lê hatine nivîsandin cih girtine. Navê pirtûkê jî ji sernavê helbestekê hatiye wergirtin.Gelek helbestên tê de bi kêşa Erûzê ne; bi jimarkite, kêş û qafiye ne. Lê hinek jî serbest in, bi giştî rewan û xweşxwîn in. Di hin helbestan de babetên mêjûyî hene û hêjayê lêkolînê ne ku li ser wan çêbibe.Dîwana Qolincê li Stockholma paytexta Swêdê ji aliyê weşanxaneya Pencînarê ve hatiye çapkirin. Mezinatiya wê 13.5 x 21 cm ye û kaxezê rûpelan 60/gram e.Bi vê berhemê re, jimara pirtûkên nivîskarî gehaye 125an.Bi hêviya ku ev pirtûk di warê Çanda Kurdî de bibe alîkar û refên Pirtûkxaneya Kurdistanê jî pê şên bibin. PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî(Kurdiska Kulturförlaget)Stockholm – SVERIGEMob: + 46 70 767 55 16Malper: www.pencinar.seE-mail: [email protected]Tel: 0046 70 7675516ISBN 978 91 87787 08 9