Divê yên Kurdistanî difikirin Kurdistanê bi rê ve bibin!
Meclîsa Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê li bajarê Disburgê, civîna xwe ya demî li dar xist.
Di civînê de li gel kar û barên rûtînî, xebatên komîteyên kar û rêxistinên welatan hat nirxandin, ji bo xurt kirina rêxistina PAKê û xebatên wê hin biryarên nuh hatin wergirtin.
Endamên Meclîsê di axaftinên xwe de cîh dan li ser rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî rewşa giran a bakurê Kurdistanê. Hêvî û mêtirsiyên xwe anîn ziman û bi gelemperî li ser erkên me Kurdistanîyên li derveyî welat û bi taybetî jî erkên PAKîyan rawestiyan.
Mijara sereke ya civînê hilbijartinên herêmî yê Bakurê Kurdistanê bû. Di vî warî de agahdarîyên fireh hat dayîn. Ji bo piştgiriya Tifaqa Welatperwer û Demokrat ku pêşengiya wê PAK û PSK dikin, hin biryar hatin girtin.
Em li vir bangî hemû piştgirên xwe, welatparêzên Kurdistanê dikin da ku heta roja 31ê Adarê bêwestan kar û xebatê bikin.
Em bangî Kurdistanîyên ku helwesta me ya hilbijartinên herêmî rast dibînin dikin da ku komîteyên demî yê hevpar em deynin.
Hemwelatiyên ku ji bajarên namzetên me hene, mal, ciyê kar, komele, qahwê ku diçinê ziyaret bikin. Sosyal medya aktîf bi kar bînin, hemû riyên înformatîf bi kar bînin.
Di vê hilbijartinê de em nîşan bidin tovê alternatîfa netewî, nißtimanî di axa Kurdistanê de heye. Li derveyî partiyên dewletê û li derveyî HDP ya xwe partîyeke Tirkiyeyê dihesibînî, alternatîva Kurdistanîyan heye.
Yên ku li dû alternatîfeke Kurdistanî ne, bi fîîlî, manewî û maddî piştgirî bidin Tifaqa Welaperwer û Demokrat. Divê Kurdistanê yên Kurdistanî difikirin bi rê ve bibin.
Em dibijên, ne qeyûm, ne jî xendek û barîkat; emê xwe bi xwe îdare bikin.
Em bi hev re xurt in!
29.01.2019
Meclîsa Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa