Partiya Sosyalist a Kurdistanê rojên 18-21ê Nîsanê civîna Meclisa Partiyê li darxist. Piştî civînê di derbarê neverok û encamên civînê de daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihandin.
Daxûyanî:
Li Pêşiya Tevgera Neteweyî ya Kurdistan Derfet û Xeter Hene
Meclîsa Partiyê ya Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) ê 18 yê Nisana 2021 ê kom bû, babetên di rojeva xwe da helsengandin, biryar daye belavoka jêrê pêşkeşê bîrurayê giştî bike.
Li welatê me Kurdistanê û erdnigariya ku em têda ne pêşhateyên giring yên aborî û siyasî diqewimin. Ligel xizanî, birsîtî û bêkariya di encama pandemiyê da peyda bûyî di seri da li Kurdistanê li hemî cîhanê pirsgirêkên aborî her ku diçe ber bi mezin bûnê ve berdewam in. Pevajoya Covîd 19 ku bi giştî bandor li ser jiyana civakî ya mirovahiyê dike, roj bi roj rê li ber guherîna adetê jiyanê vedike, aloziyên siyasî û bandora xwe ya xirab li ser tendirustî û saxlemiyê diyartir dike.
Hejmara pişta xwe bi amarên fermî û ne fermî girêdidin; pandemiyê li hemî cîhanê bi milyonan esnaf, kargehên biçûk û navîn dane îflaskirin, serbarê zêde bûna bêkariyê, nîşan dide ku şirketên mezin hêj mezintir bûne û maldariya global her ku diçe di destê grubek biçûkê da kom dibe. Bê guman ji vê rewşê di pileya yekem da kesên hêjar, kêm dahat û kedkar zerarmend dibin. Koçberiya girseyî ku encama hêjarî, birsîtî û bêkariya bi pandemiyê mezinbûyî, ji hemî wextan zêdetir gefê li ser mirovahiyê dirust dike.
Aşkira ye ku pandemiyê bandorek xirab li ser jiyana aborî zêde kiriye. Her roja ku diçe hejmara bêkaran lê zêde dibe, hejmarek zêdetir ya mirovan mehkûmî jiyana birsitiyê dike. Ji ber siyaseta ku deshilat peyrew dike çavkaniyên dahatê bo sermayedaran tête terxan kirin çîna kedkar ku hêviya wan dişkê rû bi rûyê xizanî dike.
Cihana Nû ya ku pandemiyê daye bin bandora xwe, nirxên însanî bi lez derdikevin pêş. Nirxên wek parastina jîngehê, hizra dewleta sosyal, harîkarî û piştevanî rojeva mirovahiyê ya hevpar pêk tîne. Cihan bi ber serdemek ku hevpariyek adil, pêşketinek hevseng û xizmetên tendirustî û bingehên saxlemiyê hatine xurt kirin ve diçe. Li kêleka van rola civaka sivîl, rêveberiyên xwecihî, odeyên pîşeyî zêdetir xwe didin pêş
Meclîsa Partiya me cext li hindê dike ku, pandemiyê derfetên hindê daye dest Hevpeymaniya Cumhur ku bernameya xwe ya dij demokratîk bêxite meriyetê, her wesa li Tirkiyê ku rû bi rûyê qeyranek aborî ye bi taybetî li Kurdistanê pandemiyê rê li ber encamên xirab vekiriye.
Meclîsa partiya me diyar dike, hevpeymaniya deshilatê, ku li navxwe hiquqê nas nake ji bo ku bala xelkê bide cihên cuda di heman dem da pena biriye bo siyaseta êrişkar û dagirkeriyê, li Efrînê bi harîkariya rêxistinên tunrew yên Îslamî deshilatê lêz daye guhertina demografiya navçeyê, bêdengiya li himber tawanên mirovî ku bi destê rêxistinên bi wê ve girêdayî bi ibret dibînin û binê wê xêz kiriye.
Meclîsa partiya me diyar kiriye ku Hevpeymaniya Cumhur ku deshilatê bi rêjeyek berçav piştevaniya gel ji dest daye û bi vê çendê jî li Tirkiyê guherîna deshilatê ketiye rojevê, cext li wê kiriye kesên berê wan li demokrasiyê ye û rêxistinên baweriya wan bi nirxên demokratîk hene pêkve û bi hevkariyê pêşwaziya rewşê bikin. Meclîsa partiya me bi vê mebestê giringiya hevkari û têkiliyê hem ligel muxalefeta Neteweyî ya Kurd hem jî ligel hêzên demokrasî yên Tirk diyar kiriye.
Li Bakûrê Kurdistanê erişên deshilatê li beramber hêzên neteweyî û demokratîk û xebata siyasî berdewam in. Bi hêceta bergiriyên li dijî belav bûna pandemiyê hewl dide kar û xebatên civaka sivîl, partiyên siyasî rawestîne. Kesên ku daxwaza mafên xwe dikin bi vê hêcetê dikevine ber êrişa hêzên çekdar yên dewletê. Li Bakûrê Kurdistanê bi operasyonên leşkerî polîtîkayên tundiyê her roj bi navek nû têxine dewrê. Ji aliyê dî ve deshilat bi hêceta bingeh û baregehên PKK li beramber Başûrê Kurdistanê êrişên xwe didomîne, li vêderê bingehên serbazî yên dayîmî avadike, xwe ji binpê kirina serweriya hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistan nade paş. Cihê mixabiniyê ye ku deshilat ji der û nav da xwe ji gurkirina şovenîzmê û dijminatiya kurdan nade paş.
Bi baweriya Meclîsa Partiya me li pêşiya tevgera neteweyî ya Kurdistan derfet û xeter hene. Ji bona bi destve anîna mafên neteweyî û demokratîk, divê sûd ji pêşhatayên navneteweyî were girtin, bi şeveyê serdemiyane xebat were kirinê û yekitiya hêzên welatparêz di bingehê neteweyî û demokratîk de were ava kirinê.
Meclîsa partiya me giringiya pêkînana yekrêziya navxweyî ya muxalefeta neteweyî û demokratîk a Kurd û hevkariya wê ligel hêzên demokrasî û guhertin xwaz yên Tirkiyê, ji bo pûç kirina êrişên dij demokratîk yên deshilatê û avakirina demokrasiyek rasteqîne û vekirine rêka diyalogê bona çareser kirina pirsa kurd bi bîr tîne.
Partiya me giringiya bi kar anîna zimanê kurdî di hemî warê jiyanê da û fermî bûna zimanê kurdî dide zanîn, piştevaniya xwe bo kampanyaya îmzayê ku Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî destpêkiriye dubare diyar dike. Ji bo beşdarî kirina kampanyayê yên li derveyî welat jî di nav de bang li gelê Kurd û Tirk kiriye.
Meclîsa Partiya me kar û çalakiyên rêxistinî yên heta niha hatine kirin nirxand, bo dema pêşiya me bi hêz kirina û raçandina tevnê rêxistinî, di warê rêxistina jin û ciwanan hewceyî destnîşan kiriye.
Di dawiyê da Meclîsa Partiya me giringiya li ber çav girtina pêşketina hevkarî, piştevanî û xebata civaka sivîl diyar kiriye, careke dî bang li hêzên neteweyî û demokratîk yên Kurd, kesên daxwaza demokrasî û guherînê dikin, kiriye ku li hember neheqî û zulmê nerazîbûnên xwe bikin yek.
18 Nîsan 2021
Meclîsa Partiyê ya
Partiya Sosyalîsta Kurdistan- PSK