Polîtîk

Divê Tirkiye daxwaza lêbûrînê bike

Bêjedanê fermiyê ser nave hukûmeta herêma Kurdisanê Kawa Mehmûd li daxûyaniyekî rojnamevanî de ragihand ku, “Hukûmeta Herêmê bi şêweyekê fermî ji Hukûmeta Tirkiye daxwaz dike ku, derbarê kuştina Heft hemwelatiyên Kurdistanê bi êrîşên firokeyên cengê yên hêzên Tirkiye de nirxandinekî objektîv bike´´.

Weha jî diyar kir ku divê hukûmeta Tûirkiye bi şêweyekî fermî ji hukûmeta herêma Kurdistanê daxwaza lêbûrînê bike.

Mahmûd da xuyakirin  ku hukûmeta Herêma Kurdistanê, hazire ku gelek belgeyên misoger pêşkêş bike, ku têde rastîna êrîşên Tirkiye bi firokeyan bû sedema kuştina hemwelatiyên sivîl. Ev jî tekez kir ku kuştina hemwelatiyên sivîl bi bombebaranên firokeyên Tirkiye cerîmeteke mezine.

Firokeyên cengê yên rejîma Tirkiye eve demek bi êrîşên xwe yên berdewam li ser xaka Kurdisanê û ji derveyî ziyanên madî, heft hemweltiyên sivîl yên ji Gundê Bolê girêdayî navçeya Pişdere bûn armanca van bombebarana van firokeyan. Ev bûyer li herêma Kurdistanê bû sedema nerazîbûneke tûnd ya gelên herêmê û çendîn xwepêşandan û çalakiyên şermezariyê hatin encamdan, weha hişt zextekî mezin li ser hukûmeta Herêmê dirûst bibe.

 

Back to top button