Divê Tirkiye cihê xwe kifş bike
Di senetoya Amerika de serokê komiteya nû yên hêzên çekdar James Inhofe di derbarê helwesta Tirkiye de daxûyaniyek da.
Inhofe dibêje: Eger Tirkiye bixwaze bimîne di nava bernameya F-35ê de, divê ji dev kirîna sistema S- 400 ê berde.
Ji berî niha jî şend cara berpirsên Amerîkî û yên NATO yê daxûyaniyên xwe de eşkere kirine ku endamek yê NATO wek Tirkiye nabê sistema fuzeyên Rusî yên S- 400 bikire . Ev yek li gel rewşa NATOyê nagunce.
Li himber van daxûyaniyan herî dawî wezîrê derve yê Tirkiye Çavuşoglu daxûyaniyek da û got: Me li gel Rusya li hevhatin kiriye, ev îptal nabe, lê ji bo pêdivên me yên din em dikarin sisteman ji hevpeymaniyên xwe bikirin.
Tirkiye li gel 8 welatan di nava bernameya balefirên F-35ê de ye. Ji bo vê jî Amerikî dibêjin nabe sistemek biyanî bikeve di nava sistemên NATOyê de, dê ev helwesta Tirkiye bibe sedemê dûrxistina Tirkiye ji bernameya F-35.
Ji aliyek din NATO bi tirse ku Tirkiye sistema Rusi ya S-400 li dijê sîstemên NATO yê biceribîne.