Cîhan

Divê Tirkiye baweriyê bide Alamanya

Rojana Almani Süddeutsche Zeitung di nirxandinek ya xwe de di derbarê rewşa Tirkiye û Erdogan de dibêje: Hêdî ew formula Erdogan ya ku di nava xwe de ji bo yekitiyekî pêkbîne, ji derve dijmina pirtir bike sernakeve.Wek tê zanin niha Tirkiye hewl dide ku xwe cardin nêzikî welatên Yekitiya Ewropa bike. Piştî serdana wezirê derve yê Almanya ya Tirkiye û hevdîtina li gel Erdogan kirî rojnama Süddeutsche Zeitung nirxandinek weşand.Rojname dibêje: “ Tirkiye ji presiba Ewropa ya ku serdestiya hukukê dûr ketiye. Nabê ev yek neyê dîtin. Divê rewşa heyî rasteqênî bête analiz kirin. Ne Tirkiye tenê ji krîza ekonomik û ketina bihayê Lîrê Tirkî berpirsiyare. Lê siyaseta Erdogan ya ku ji bo xatirê yekitiyekî di nav xwe de pêkbîne, berdewamî derve dijmina pêyda dike. Vê yekê kriza heyî kûrtir kiriye, Pêwistiya Tirkiye bi arikariyê heye. Serdana wezîrê derve yê Almanya ya Tirkiye gavek erêniye. Carê  krîz dibe sedema derfetên nû jî. Ji bo selameta ekonomiya Tirkiye divê sermaye derve berê xwe bide vî welatî. Sermaya herî mezin baweriye. Ji bo vê yekê pirs cardin dibe  pirsa Hukuk û demokrasiyê. Metirsî sermayeyê direvîne. Ji aliyekî hemwelatiyên Almanya li Tirkiye bê ku bêne dadgehkirin girtîbin , nabê Almanya şerê ekonomik û têkçşna bazirganiya navbera Amerika û Tirkiye de arikariya Tirkiye bike.Divê ji berî ku Erdogan serdana Almanya bike, helwesta xwe di derbarê Almanya û welatên Yekitiya Ewropa de bi awayek erênî bide xûyakirin. Gava yekem ewe ku di serî de  hemwelatiyên Almanya û girtiyên din bêne azad kirin.

Back to top button