Polîtîk

Divê sînorek ji PKKê re bê danîn

Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de Omêd Xoşnaw dibêje, ew tişta ku îro li nêzîkî Şingalê qewimî nebirakujî ye, lê belê şerê avakirina dewletê û jinavbirina dewletê ye. Herwiha dibêje, eger sînorek ji PKKê re neyê danîn dê karesateke din bê serê Kurdistanê.Omêd Xoşnaw ji malpera KDP.info re ragihand: “Her kesek bi rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan dilxweş bibe, pir bêexlaq e, lê êrişa li ser çeteyên herêmî û dijminê serxwebûna Kurdistanê bi ti awayî navê wê ne birakujî ye, lê belê şerê dewletxwaz û dewletnexwaziyê ye.”Xoşnaw wiha got: “Em ji zû de dizanin ku wek çawa di sala 1992ê de çekdarên PKKê bi nûneratiya dijminan yekem hêz bûn ku berê guleyên xwe dan parlamento û hikûmeta nû ya Kurdistanê, niha jî yekem hêz in ku şerê avakirina dewleta Kurdistanê dikin.”Serokê Koma PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de, ragihand: “Eger sînorek ji wê hêza PKKê re neyê danîn bi piştrastî dê di paşerojê de metirsî û karesateke mezin bi ser tevahiya Kurdistanê û dîroka niha û siberojê ya welat û niştîman de were.”

Back to top button