Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê li ser navçeya Şingalê de daxuyaniyek belav kir û ragihand “Em di demekê de ku nîgeran in bi lêdana senger û binkeyên Pêşmergeyêm me û bi tundî nerazîbûna xwe derdibirînin û tekez dikin ku ev êrîş bi şaşî be jî, bi ti awayî qebûl nakin.”Di daxuyaniya Polîtbîroya PDKê de hat, “Îro berdestê sibê firokeyên Tirkiyê binkeyên PKKê li Çiyayê Şingalê bombebaran kir. Mixabin di wê bombebaranê de sengerekî Pêşmerge jî bi ber wê êrîşê ket û hejmarek ji Pêşmergeyên qehreman şehîd û birîndar bûn.”PDK bi tundî nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Em di demekê de ku nîgeran in bi lêdana senger û binkeyên Pêşmergeyêm me û bi tundî nerazîbûna xwe derdibirînin û tekez dikin ku ev êrîş bi şaşî be jî, bi ta awayî qebûl nakin. Careke din wê rastiyê bi bîra welatiyên xwe û hemû aliyekî tînin, ku ev bûyer û her bûyereke din ya hevşêwe ji encama hebûna nerewa û xwesepandina PKKê li Herêma Kurdistanê de ye. Ti sûde û qazancek ji xelkê Herêma Kurdistanê re nebûye. Ev ne yekem car e jî xelk û welatiyên me dibine qurbaniya siyaseta şaş ya PKKê, ku meydana xwe bicih hêştine û bi ne heqî şer veguhastiye Herêma Kurdistanê.”Di dawiya daxuyaniya PDKê de hatiye, “Tevî derbirîna nîgeranî û hevxemiya xwe bo giyanê şehîdên qehreman û xwastina hêviya çakbûn û xweşiya bo birîndarên me, careke din tekez dikin ku PKK divê ji Şingalê û derdora wê vekişin û heger kêmtirîn xemxwarî bo xelkê tê de ye bila bider kevin, ji bilî bombebarana firokeyên Tirkiyê, destê avedankirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihîne.”
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close