Divê PKK ji dev çekan berdê
Partiya Doza Azad (HUDA PAR) civîna xwe ya heftane pêkanî û piştî civînê daxûyaniyek ragihand.
HUDA PAR teqîna Pasûrê şermezar kir, da xûyakirin ku tundî û tujî ji bo pirsa Kurd nabe çareserî.
HUDA PAR di daxûyaniya xwe de dibêje:
“Di heyama 35 salên şerên li herêma me, tevî ku ne aliyekê rasterast ên şer in jî, bi deh hezaran xelkê bêguneh hatine qetilkirin.M ixabin serîlêdana tundiyê li ser navê lêgerîna maf û dîtina tundiyê weke rêyeke çareseriyê, ji aliyê hinek aliyan ve berdewam dike.” Herwiha hatiye gotin ku tundî ne di berjewendiya gelê Kurd de ye û xizmeta ajandayên aliyên cuda dike.
Di dewama daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku pirsgirêkên Kurdan hene ku li benda çareserkirinê ne û tê gotin ku ev demeke dirêj e, şerê çekdarî yê li ser navê, ‘lêgerîna maf’, çareserî li aliyekê, li pêşiya gotûbêjên bo dîtina çareseriyan bo wan kêşeyan li ser bingeheke guncaw, bûye astengek.
Herwiha di daxuyaniya HUDA PARê de tê ragihandin, “Her çiqas egereke dûr be jî, rêxistina çekdar, eger bi rastî jî weke dibêje, mesleheta gelê Kurd bifikire, çekan ku herî zêde ziyan gihandiye gelê Kurd, divê êdî ji nav vebijêrkên xwe derxîne.”
Di daxuaniyê de daxwaz ji dewleta Tirkiyê jî tê kirin û tê gotin, “Divê berpirsên dewletê jî ji bo rêlibergirtina vê proseya şer ku zirarê dide Kurdan, Tirkan û herkesê, di warê çareserkinê de tedbîrên nû werbigire. Divê daxwazên maf ên rewa ji qadên ku tên îstîsmarkirin, bên derxistin.”